• DOLAR 32.598
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2509.459
  • ...
Malezyayê qebûl kir ku ew 5 endamên Îxwanê yên Misirî teslîmî rejîma darbeker kirine
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Malezyayê qebûl kir ku ew 5 endamên Îxwanê yên Misirî û 2 welatîyên Tunusî “bi hinceta pêwendîya wan a bi komên rêxistinên terorê re” teslîmî welatên wan kirine.

Derbarê mijarê de ji teref polês Malezyayê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ew 5 endamên Îxwanê yên Misirî û 2 welatîyên Tunusî “bi hinceta pêwendîya wan a bi komên rêxistinên terorê re” teslîmî welatên wan kirine.

Muhammed Fewzî Harûnê Midûrê Ewlehîyê yê Malezyayê derbarê mijarê de diyar kir “Polêsê Malezyayê berî vê mehekê 9 kesan girt. 7 kes ji wan biyanî û 2 jî welatîyên Malezyayê bûn. Me tespît kir ku pêwendîya 2 kesan bi “Piştgirîvanên Şerîatê yê Şerîatê yê Tunusê” re heye. Ew kesên ku biyanîbûn ji welatên xwe re hatin teslîmkirin.”

Harun di daxuyanîya ku da de qebûl kir ku 5 kesên ku ji Misirê re hatine teslîmkirin endamên Cemaata Îxwanul Muslîmîn in.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir