Li Rûsyayê sînordarkirina li ser înternerê hat protestokirin
Li Rûsyayê ji ber “tecrîda texmînî ya hêzên biyanî” û “mudaxeleyên derve” înternet hat sînordarkirin ku ji ber vê yekê ev sînordarkirin hat protestokirin.
Hat ragihandin li Rûsyayê ji ber “tecrîda texmînî ya hêzên biyanî” û “mudaxeleyên derve” înternet hat sînordarkirin ku ji ber vê yekê ev sînordarkirin hat protestokirin.
Kesên ku ji sînordarkirina li ser înternerê aciz bûn di serî li Moskovaya paytexta Rûsya û li gelek bajarên din xwe berdan kolanan û qerara sînordarkirinê protesto kirin.
Xwepêşandarên ku xwe berdan kolanan sloganên mîna “destê xwe ji înterneta me vekişînin, ji tecrîdê re na, êdî înterneta me qût nekin” avêtin.
Li Rûsyayê di van çend salên dawî de hinek malper û serwîsên peyamavêtinên yên mîna Telegramê hatibûn qedexekirin.(ÎLKHA)