Li Etîyopyayê balafira rêwîyan ket xwarê
Balafira rêwîyan a aîdî Etîyopyayê ket xwarê, di encama bûyera ku pêk hat de 157 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin balafira rêwîyan a aîdî Etîyopyayê ket xwarê, di encama bûyera ku pêk hat de 157 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin balafireke rêwîyan a ku ji Etîyopyayê ber bi Kenyayê ve diçû ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ket xwarê. Di encama ketina balafirê de 149 rêwî û 8 murettebat jiyana xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de ji teref Ofîsa Serokwezîrtîyê ya Etîyopyayê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin balafir piştî ku 6 deqîqe ji ser bi hewa ketinê derbas bû re ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn li nêzî Debre Zeîtê ket xwerê, di encama ketina balafirê de 149 rêwî û 8 murettebat jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)