• DOLAR 32.565
  • EURO 34.903
  • ALTIN 2427.263
  • ...
Şehîdên Qerecdaxê dê bên bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn di 10ê Adara 1994an de kesên PKKyî li rêya gundê Gogweriya Çinarê mayîn bi cî kiribûn û di encama teqîna mayinê de 11 Misliman şehîd bûbûn. Ji ber salvegera şehadeta 11  Mislimanan ew ê ji teref Platforma Karwana Şehîdan ve bernameyek bê tertîpkirin û ew ê şehîd li ser qebrên xwe bên bîranîn.

Her weke ku eşkere ye di salên 90î de PKK gelek zilm û tehdayî li gelê Kurd ê Misliman kir. Bêşik û şiphê ji vê zilm û zordariyê re Qerecdaxa Diyarbekirê jî şahid e. Qerecdax cihekî wiha ye ku lê ji teref PKKyiyan ve bi dehan Mislimanên Kurd lê hatine şehîdkirin.

Xelkê gundê Gogweriya Qerecdaxê ji ber ku tu carî serê xwe li ber zilma PKKê netewand  rastî êrîşa kesên PKKyî hat. Di 10a Adara sala 1994an de kesên PKKyî van Mislimanên ku serê xwe li ber zilma wan netawandibû hedef girtin û bi mayinan êrîşî Mislimanên gundê Gogwerî kirin.Di encama teqîna mayina PKKyiyan de 11 mezlûm şehîd bûn.Piştî vê hewadîsa elemnak kesên ku hatibûn qetilkirin wek ‘Şehîdên Mayînê yên Qerecdaxê’ hatin  bîranîn.

Ji ber minasebeta salvegera şehadeta şehîdan, rayedarên Platforma Karwana Şehîdan daxuyanî da. Di  daxuyaniya ku hat dayîn de  hat diyarkirin; ji ber minasebeta salvegera şehadeta şehîdan, dê 10ê Adarê(sibe) di seat 13.30î de li gundê Gogweriyê  bernameyeke bîranînê dê bê tertîpkirin.Em wek Platforma Karwana Şehîdan temamê xelkê xwe dawetî vê bernameyê dikin.

Navên şehîdên ku di êrîşa bi mayin de hatibûn şehîdkirin bi vî awayî ne: “Îbrahîm Dagtekîn, Mele Xidir Akyol, Bedrî Soysal, Muhammed Xelîl Golçer, Muhammed Emin Golçer, Tacettîn Parlak, Xelîl Demîr, Kutbettîn Ayhan, Muhammed Ayhan, Hecî Remezan Yeşîl û Remazen Golçer.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir