Li Venezuelayê problema ceyranê ya ku wek sabotajê tê nirxandin nikare bê çareserkirin
Li Venezuelayê problema qûtbûna ceyranan a ku ji teref hikûmetê ve wek sabotaj tê nirxandin nikare bê çareserkirin.
Ev zêdetirî 24 seatan ku li Venezuelayê ceyran qût bûne, digel temamê xebatên ku tên kirin problem nikare bê çaresekirin. Li welatê ku lê pêwendîya înternetê tune ye û lê mekteb hatine tatîlkirin, hikûmet problema heyî wek sabotajê dinirxîne.
Derbarê mijarê de ji teref Serokê Dewleta Venezuelayê Nîcolas Maduro û rayedarên din ên hikûmetê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin sabotaj li şîrketa Gûrî ya ku şîrketa herî mezin a ceyranê ye hatiye kirin ku ji ber vê yekê ceyran qût bûne.(ÎLKHA)