• DOLAR 32.344
  • EURO 35.086
  • ALTIN 2309.79
  • ...
Berxwedana bêhemta a Çeçenan a li dijî zilma Rûsan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rûsên îşxalker û hov di du sedsalên dawî de bênavber êrîş birin li ser herêma Kafkasyayê û bi sedan Misliman şehîd, bi hezaran jî birîndar kirin. Ji ber  van êrîşan egîd û qehremanên Çeçen bi salan li ber xwe dan û ala Îslamê her tim hewl dan bilind bikin ku di vê oxirê de bi sedan egîd, rêzan û rêberên xwe şehîd dan.

Rêberê ewil ê berxwedanê yê li dijî zilm û îşxala Rûsan: Îmam Şêx Mensûr(1750-1794)

 Hareketa ewil a berxwedanê li Herêma Çeçen-Îngûşê ji teref Îmam Şêx Mensûr ve li dijî  Rûsan hat destpêkirin.  Îmam Mansûr bes ne mucahîdek bû, ew bi temamê mesele û problemên civakê eleqedar dibû û hewl dida problemên di nav Mislimanan de çareser bike û di nav Mislimanan de wehdetê saz bike.  Di salên 1780î de Îmam Îêx Mensûr li ekserîyeta Kafkasyaya Bakûr bû xwedî gotinê û artêşeke berxwedanê ya ku ji 12 hezar mucahîdan pêk dihat berhev kir û li dijî Rûsên îşxalker û hov  li gelek deran bi ser ket. Mansûr bi vê helwesta xwe li Kafkasyayê bû pêşenga berxwedanê. Îmam Şêx Mensûrê ku 5 mehan li dijî Rûsan micadele kir di sla 1791an de li Anapaya gundê xwe hat girtin û hat birin St. Petesburgê û li wê derê hat avêtin girtîgehê. Mansûr di sala 1794an de şehîd bû.

Gazî Muhammedê ji mûrîdên ewil ê ekola sûfîyan(1793-1832)

Mislimanên Daxistanî yên ku êdî li ber zilma Rûsan îdare nedikirin, micadeleya xwe di pêşengîya Îmam Gazî Muhammed û Îmam Hamzad de domandin. Gazî Muhammed di sala 1793yan de li Gîmrîyê gundê Daxistanê ji dayik bû. Hêj ji di temena xwe biçûk de li Saîd Harekanîyê dest bi tehîslkirina ilmên Îslamî kir. Gazî Muhammed bû ji mûrîdên ewil ê ekola sûfîyan û bû wesîle ku ev ekol li Daxistanê belav bibe.  Gazî Muhammed bi mûrşîdên  Tarîqata Naqşîbendî yên bi navê Kurali Muhammed û Şêx Cemaleddîn têket pêwendîyê û piştî demekê di nav wê komê de cî girt. Dema ku melatî dikir li mizgeftê waazên azadîyê dida ku di demeke kurt de dengê wî li derdorê belav bû. Dema ku sal bû 1829 tevde 15 hezar murîdên wî hebûn.

Li dijî wan Avar Xanîyên ku li ber micadeleya serxwebûnê asteng bûn sefer dan destpêkirin. Di sala 1831an de li dijî Rûsa dest bi micadeleyê kir. Li Bornaya Venîzagnoyayê darbeyên giran li dijmin da. Di sala 1832yan de li gundê Gîmrîyê digel 15 mucahîdan şehîd bû û Şêx Şamîlê ku ew ê piştî wî bibe pêşenga berwedana Çeçenîstanê jî giran birîndar bû.

Îmam Hamzadê pêşewayekî adil û cesûr(1789-1834)

Rûsan piştî vê zen kirin ew ê hareketa berxwedanê ya li Daxistanê bi dawî bibe, lê Îmam Hamzad di şûna Gazî Muhammed de wek îmam û pêşewa hat hilbijartin û micadelê domand.

Îmam Hamzad di sala 1789an de li bajaroka Hotsata girêdayê Hunzakhayê paytexta Avaristanê ji dayik bû. Xortanîya xwe bi tehsîlkirina ilmê borand. Li ba alimên navdar ên Daxistanê ilmên hedîs û Qur’anê tehsîl kir û her wisa dersên Erebî, fennî, mantiq û agaîhyên asimanê hîn bû.  Di wan herbên ku li dijî Rûsan hatin kirin de serkeftinên mezin qezenc kir.Digel hezar mûrîdên xwe beşdarî wê parastin û mudafaya Gîmrîya ku tê de Îmam Gazî Muhammed şehîd û Şêx Şamîl jî giran birîndar bû, bûn. Îmam Hamzad xwedî mîzaceke hişk bû. Ji şert û mercan û prensîban qet tawîz nedida. Di demeke kurt de gelek pîrozîyan bi dest xist. Gelek serdegirtin û êrîşên Rûsan asnteng kir. Wê Xantîya Avar a ku terefdarê Rûsan bû û di navenda Daxistanê de xwedî  hukum bû ji holê rakir. Dema ku qala wî tê kirin tê gotin “Wek Hz. Omer bi edalet û cesûr bû.” Îmam Hamzad di sala 1834an de di dema nimêja înê de ji teref terefdarên Avar Xan ve hat şehîdkirin.

Di vê heyama ku Îmam Hamzad hat şehîdkirin de ji bi dawî li îxtîlafan bê anîn û di anv Mislimanan de yekîtî bê tesîskirin,  Îmamtîya Kafkasyaya Bakûr hat damezrandin.

Şêx Şamîl teyrê Kafkasan(1787-1871)

Şêx Şamîl di sala 1797an de li Gîmrîya gundê Daxistanê hat dinyayê. Perwerdehîyeke baş standibû. Di sefên Qazî Molla de cî girt û di demeke kurt de gelek zêde pêşve çû. Di sala 1834an de ji ber ku Îmam Hamzad hat şehîdkirin, hat şûna wî. Bi vî awayî Şêx Şamil li Kafkasyayê bû pêşewa û fermandarê cîhadê. Şêx Şamîl li Çeçenistan û Daxistanê li ser bingeha “Hiqûqa Şerîata Îslamê” dewletek damezrand û artêşeke bi nîzam ava kir.

Di sala 1838an de li Daxistan û Çeçenistanê tiştek rû neda. Lê belê dema ku dîrok Gûlana sala 1839an nîşan da General Grabbe bi artêşa xwe ya ku ji 30 hezar kesan pêk dihat li hember Şêx Şamîl sefer da destpêkirin. Şamîl ki dijî vê seferê mecbûr ma ku vekişe Ahulgohê.  Di 4ê Îlona sala 1839an de Rûsan Ahulgohê bi dest xistin; lê belê di dema vê bidestxistinê de bi hezaran leşkerên Rûsan hatin kuştin. Parastina Ahulgohê di berxwedana Kafkasyayê de bû xaleke girîng. Şêx Şamîlê ku digel 7 murîdên xwe ji dorpêçê xelas bû, pêşî çû Îçkerîyê û li wê derê piştî ku xelkê kişand ba xwe re des bi hazirîyên êrîşên ku dê li Çeçenistan û Daxistanê li dijî Rûsan bên tertîpkirin, kir.  Di sala 1842yan de Şêx Şamil bû hakimê Çeçenistan û Daxistanê û di sala 1843yan de temamê herêmên ku li Avaristan û Ensalê di destên Rûsan de bi dest xist.

Şêx Şamîl ji bo ku li herêma Kabartayê di nav Çerkezan de  wehdetê tesîs bike û yekîtîya Kafkasê saz bike digel 14 hezar leşkeran derbasî Şalîyê bû.  Di sala 1847an de Şêx Şamîl û leşkerên pê re li herêmê li dijî Rûsan berxwedaneke mezin nîşan dan û Rûsan mecbûr hiştin ku ji herêmê vekişin.

Şêx Şamîl ji ber banga cîhadê ya li dijî Rûsan a Siltan Evdilmecîd dest bi amadehîyan ku li dijî Rûsan berxwedaneke bêhemta nîşan da û digel 400 fedaîyên xwe li dijî bi dehhezaran leşkerên Rûs şer kir.

Şêx Şamîl û fedaîyên pê re di salên pêş de dîsa li dijî Rûsan li gelek herêmêm Çeçenistan û Daxistanê micadele dan. Şêx Şamîl di sala 1871an de dema ku ji bo wezîfeya hecê çûbû Medînê wefat kir û li Cennetul Baqî hat definkirin.

Aslan Mashadov

Mashadov di sala 1957an de di 6 salîya xwe de vegerîya Çeçenîstanê. Di sala 1972an de ji akademîya topan ya Tîflîsê mezûn bû. Li Federasyona Rûsyayê li deverên wek Macaraîstan û Lîtvanyayê wezîfe kir.

Piştî Yekîtîya Sovyetan xira bû ji terev Dûdayev ve dawetî welatê xwe Çeçenîstanê hat kirin.

Aslan Mashadov di sala 1992an ji wezîfeya xwe ya artêşa Rûsya veqetîya û ji bo xizmetê ji welatê xwe re bike çû Çeçenîstanê û bû Serfermandarê leşkerî.

Mashadov, di qezenckirina herba Rûs-Çeçen ya sala 1996an de xwedîyê pareke mezin e.

Piştî Dûdayev hat şehîdkirin, Aslan Mashadov bû Serokê Dewletê Çeçenîstan û cîhada Çeçenîstanê bi wî dewam kir.

Di sala 1999an de piştî Rûsyayê herba duyemîn da destpêkirin Mashadov dev ji seroktî berda û dest bi herba gerîlla kir.

Mashadov, di 8ê Adara 2005an de di gel hin efserên Çeçen li qasabaya Tostoy-Turtê ji teref Rûsan ve hat şehîdkirin.

Zelîmhan Yandarbîyev

Di sala 1952an de li Kazakistanê ji dayik bû. Li Zanîngeha Dewletê ya Înguş a Çeçen û Fakulteya Edebîyatê ya li Moskovayê perwerdehî dît. Dû re di nav sefên Partîya  Demokratîk a Vaynahê ya ku li Çeçenîstanê hat damezrandin de cî girt. Her wisa di Konfederasyona Gelan a Çîyayî ya Kafkasê de wezîfe kir. Di sala 1993yan de li Çeçenîstanê bû alîkarê serokomar.

Yandarbîyev di 13ê Sibata sala 2004an de ji ber înfîlakkirina teqemenîya ku ji teref îstîxbarata Rûs di wesayîta wî de bi cî kiribû şehîd bû.

Dema ku dîrok sala 1917an nîşan da Yekîtîya Sovyetê belav bû û gelek dewlet xweserîbûna xwe îlan kirin ku di nav van Çeçenistan bi xwe jî hebû. Piştî vê pêvajoyê gelek Serokomar, rêber, alim, rêzan û fermandarên Çeçenan xwe di oxira dînê Xweda feda kirin ku Cevher Dudayev, Zelîhxan Yandarbîyev, Aslan Mashadov, Abdulhalîm Sadullayev, Dukko Umarov, Şamîl Basayev   di nav van kesên Çeçen de bûn.

Ev Serokomar, rêber, alim, rêzan û fermandarên Çeçenan xwe di oxira dînê Xweda feda kirin tu carî di warê micadeleya li dijî Rûsan de qet xwe nedan paş û hewl dan micadeleya xwe bidomînin ku di rêça ku ew vekirin de berxwedana li Çeçenistanê bi salan berdewam kirin.

Lê belê piştî çend salan doza Çeçenistanê ji bo berjewedîyên siyasî  hat piştguhkirin û ji bo bê jibîrkirin hewl hat dayîn.Ev jî ne bes bû li wan Çeçenên ku ji ber zilma Rûsan hicretî Tirkîyê kirin xwedî nehat kirin.  Di nava rojê de li ber kamereyan li Stenbolê mucahîdên Çeçenan hatin şehîdkirin û ew qatil ji Rûsyayê re hatin dayîn. Û di pêvajoya ku berdewam kir de hinek mûcahîd hatin dersînorkirin an jî teslîmî Rûsyayê hatin kirin. Mafê strînê ji Çeçenan re nehat dayîn û sozên ku hatibûn dayîn li ber avê re çûn.(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir