Diyarbekirî: Gelek kêmasîyên parkan hene
Welatîyên ku derbarê kêmasîyên parkên heyî yên Diyarbekirê de axivîn diyar kirin li parkan kêmasîyên mîna destşo, cihê mijandina pitikan, cihê destnimêj û nimêjê heye.
Li Diyarbekira ku bajarekî mezin ên ji bajarên Kurdan e gelek parkên ku xelk ji bo ger û bêhnvanê de diçine hene; lê belê ev parkên ku di bin îdareya Şaredarîya Bajarê Mezin ê Diyarbekirê ji ber ku hinek kêmasî li wan hene welatî teleb dikin ku ev kêmasîyên mîna cihê destşo, cihê mijandina pitikan, cihê destnimêj û nimêjê bên başkirin da ku ew dema ku çûn parkan zehmetîyê nekşînin.
Welatîyên ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivîn û kêmasîyên parkan anîn zimên destîşan kirin ev kêmasî li Diyarbekira xelkê wê Misliman e û bajarê sehabîyan e, nayê.
Welatîyên ku derbarê mijarê de axivîn hest û ramanên xwe û daxwazên xwe yên derbarê kêmasîyên li parkan de wiha anîn zimên:
Omer Aladag: “Dema ku dayik, xuşk û bûkên me tên parkê ji bo destavê û mijandina pitikan xwe vedişêrin an jî mecbûr dimînin vegerin mala xwe; ger li vê parkê ev yek hatiba çêkirin ew ê çima ev qas zehmetîyê kişandibana. Ji bo nimêjê cihekî biçûk bi xwe jî nîne.”
Fethî Uçurum: “Divê li van parkan cihê destavê û mijandina zarokan hebe.”
Nîzamettîn Kozan: “ Niha ez bi destnimêj im û divê nimêja xwe bikim; lê ez çavê xwe li parkê digerînim û cihê nimêjê nabînim.”(ÎLKHA)