Sîyonîstên îşxalker êrîşî Filistînîyan kirin: Şehîdek, 22 birîndar
Siyonîstên terorîst û îşxalker êrîşî Filistînîyên ku xwepêşan lidarxistin kirin, di encama êrîşê de Filistînîyek şehîd bû û 22 Filistînî birîndar bûn.
Hat ragihandin siyonîstên terorîst û îşxalker êrîşî Filistînîyên ku xwepêşan lidarxistin kirin, di encama êrîşê de Filistînîyek şehîd bû û 22 Filistînî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin doh Filistînîyan di bergeha Meşa Vegerê ya Mezin a 50emîn de daketin kolanan û xwepêşan li dar xistin. Siyonîstên terorîst bi çekan êrîş birin li ser Filistînîyan. Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ve hatine belavkirin, di encama êrîşên siyonîstan de Filistînîyek şehîd bû û 22 Filistînî jî birîndar bûn.(ÎLKHA)