• DOLAR 32.427
  • EURO 35.113
  • ALTIN 2325.98
  • ...
Muhammed Veurabê Temsîlkarê HBTyê: Em serokekî ku layiqî Cezayîrê be dixwazin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîrê niha yê Cezayîrê Abdulazîz Buvetfelika di van hilbijartinên ku dê bên kirin de dîsa namzedîya xwe daxuyand ku ev yek li Cezayîrê bû sedema reaksîyon û bertekan. Di xwepêşanên ku doh li Cezayîrê ji ber vê yekê hatin kirin de 45 xwepêşandêr hatin binçavkirin û 56 polês jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Temsîlkarê Hareketa Aştîya Civakî yê Cezayîrê Muhammed Veurab ve daxuyanîyek hat dayîn. Veurab di daxuyanîya xwe ya ku da de bertek ji namzedîya serokomarê niha re nîşan da û destnîşan kir “ Serokomarê niha nexweş e û niha li Cenevreyê tê dermankirin, niha ev kes cardin namzedîya xwe danîye. Ev kes nexweş e, nikare tu tiştî bike. Em serokekî ku layiqî Cezayîrê be dixwazin. Ji ber vê yekê xelk xwe berda kolanan da ku berteka xwe nîşan bide. Ev bû 2 heftî ku xwepêşan berdewam dikin. xelk dibêje em naxwazin ev kes cardin bibe serokomar.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir