• DOLAR 32.548
  • EURO 34.917
  • ALTIN 2438.136
  • ...
Di qandîlê de welatî berê xwe da Mizgefta Kurşunlu
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mizgefta Kurşunlu di sala 2014an de ji teref PKKê ve hatibû şewitandin ku piştî çend salan doh di Qandîla Regaîbê de ev mizgeft bi beşdarbûna Serokê Karên Diyanetê Elî Erbaş û welatîyan ji nû ve ji îbadetê re hat vekirin.

Erbaş di mizgeftê de waaz da û balan kişand li ser ehemîyeta şeva mibarek. Erbaş di berdewama waaza xwe de diyar kir ji bilî Îslamê îstîqbala tu tiştê din tune ye ku divê em li ser erdnigarîya Îslamê pêkve hereket bikin; lewra ji bilî vê yekê tu çareyeke din tune ye.

Erbaş di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser ehemîyeta îbadetê û diyar kir “Pêwendîya herî mezin a di navbera însên û Xwedê de îbadet e.  Guneh wê pêwendîya di navbera me û Xwedê de zeîf dikin. Ji ber vê yekê divê em tewbe bikin; lewra tewbe qelbê paqij dike.”

Welatîyên ku piştî çend salan cara ewil li mizgefta dîrokî îbadetên xwe kirin jî derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wiha anîn zimên:

Nureddîn Pinarbaşi:  Ji ber meha Recebê em hatin mizgeftê. Li vê derê em diayan dikin ji bo temamê alema Îslamê.

Mustafa Tamtek: Min nimêja xwe kir û dia kir. Xweda ji bo hûrmeta vê şeva mibarek Ummetî Muhammed ji qeza û belayan muhafeze bike.

Buruce  Atar: Pir xweş e, em kêfxweş in. Îşev şeveke mibarek e bo Mislimanan. Xweda ji bo me tevekan mibarek bike. Em dixwazin aştî bê, êdî bes e bila xwîn neyê rijandin.(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir