Ji bo 5 bajêran hişyarîya şapeyê hat kirin
Li herêma rojhilat ji bo 5 bajarên bi navê Erzerûm, Erzincan, Qers, Ardaxan û Agirîyê hişyarîya şapeyê hat kirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê mijarê de hat diyarkirin dibe ku li herêma rojhilat, li 5 bajarên bi navê Erzerûm, Erzincan, Qers, Ardaxan û Agirîyê şape bikeve.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin divê welatî ji ber îhtîmala ketina şapê bi tedbîr bin û haya xwe jê bikin.(ÎLKHA)