• DOLAR 32.574
  • EURO 34.899
  • ALTIN 2434.685
  • ...
Erdogan: "Li Tirkîyê herêmeke bi navê Kurdistanê tune ye!"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Gelo li Tirkîyê herêmeke bi navê Kurdistan heye?”

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Mêrdînê beşdarî mîtînga partîya xwe bû. Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de axavtinên parlementerên HDPyî “Em ê li Kurdistanê qezenc bikin û  li Xerbê jî bi AK Partî û MHPê bidin windakirin” di bîran xist û got: “Gelo li Tirkîyê herêmeke bi navê Kurdistanê heye? Ev zilam eger gelekî meraq dike li Iraqa Bakûr Kurdistan heye, bila keremke biçe wê derê. Lê belê li welatê min herêmeke bi navê Kurdistan tune ye.”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de qala mesrefên ku ew wek hikûmet li Mêrdînê kirine da ku Mêrdîn pêşve biçe kir û destnîşan kir ew di nava 17 salan de ji bo Mêrdînê 28 kantrîlyon pere xerc kirine  û ew ji îro pêve Mêrdînê herêma endustrîyê îlan dikin.

Erdogan piştî mîtîngî ber bi Sêrtê ve bi rê ket û ew ê li wê derê jî beşdarî mîtînga partîya xwe bibe.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir