Gelo Muhammed Bîltacî wefat kir?
Mîthad Haddadê Endamê Meclîsa Şûraya Îxwanul Muslîmun derbarê îddîayên wefatkirina Muhammed Bîltacî de destnîşan kir, Bîltacî sax e, wefat nekiriye.
Di wan rojên borî de di hinek çapemenîyên hundirê welêt û derveyî welêt de hatibû îddîakirin Muhammed Bîltacîyê ku xwîn çûye li ser mêjîya wî wefat kiriye. Mîthad Haddadê Endamê Meclîsa Şûraya Îxwanul Muslîmun derbarê îddîayên wefatkirina Muhammed Bîltacî de daxuyanî da ÎLKHAyê û destnîşan kir, Bîltacî sax e, wefat nekiriye.
Haddad di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir rewşa Bîltacî pir baş e, berî vê du rojan derketiye mehkemê.
Muhammed Bîltacîyê rayedarê Îxwanê û bavê şehîd Esma berî vê çendakî xwîn çûbû li ser mêjîyê wî ku ji ber vê yekê hatibû îddîakirin ku Bîltacî wefat kiriye.(ÎLKHA)