• DOLAR 32.596
  • EURO 34.825
  • ALTIN 2510.073
  • ...
Li Kampusa Girtîgeha Diyarbekirê “ziyaret dibin ezîyet”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê çend mehan Kampusa Sazîyên Înfaza Cezayê ya Diyarbekirê ya ku Girtîheha Bi Ewlehîya Zêde Ya Bi Tîpa Dyê jî di nav de ye  hat xelaskirin. Ji bilî têketina girtîgehên bi Tîpa Tyê ya 1 û 2yan têketinên girtîgehên zarok û pîrekan jî li vê kampûsê ye ku kesên ku tên tev ji vê têketina hewl didin biçin ziyaretê. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin têketine tevde 8 girtîgehan li vê kampûsê ye.

Li gorî daneyên Hezîranê ya ku ji teref Wezareta Edaletê ve hatine belavkirin di 449 girtîgehên ku kapasîteya wan 211 hezar û 274 kes e, tevde 246 hezar û 426 kesên hukumxwar û girtî dimînin.

 “Roja hevdîtinê” dibe “roja ezîyet û zehmetîyê”

Problem û muşkîleyên di girtîgehan de xwe nexasim di rojên hevdîtinê de zêdetir nîşan didin. Ji bo malbatên ku dixwazin nasên xwe ziyaret dikin “Roja hevdîtinê” dibe “roja ezîyet û zehmetîyê.” Malbat ji bajarên cûrbecûr hetta ji bajarên gelekî dûr tên ji bo ziyareta nasên xwe. Ezîyet û zehmetîya ku di rêwîtîyê de dikşînin qey ne bes e di ser vê yekê de li ber derîyê girtîgehê jî zehmetî û ezîyeteke mezin dibînin. Lewra ji ber ku di girtîgehê de tedbîrên pêwîst nayên standin dibin sedema rûdana probleman.

Dema ku nasên mehkûman diçin ziyareta nasên xwe digel zêc û zarok, pîrek û zilam tevde li herêmekê tên rawestandin û di têketinê de bes mekîneyeke tenê ya X rayê tê bikaranîn. Ji ber ku nasên mehkûmên ku tevde di 8 girtîgehan de tên ziyareta nasên xwe û ji ber ku tev di herêmekê de tên komkirin û ji ber ku bes mekîneyek tê bikaranîn; ziyaret û hevdîtina malbatên mehkûman dibe ezîyet û zehmetî.

Rêwîtîya ku tê kirin, mesrefên ku tên kirin tu kes serê xwe bi van naêşîne

Ev problemên ku li jorê qala wan hat kirin berî niha ji rayedarên girtîgehan re hat vegotin, lê belê rayedar xwe li ber vê problemê kerr û lal dikin û serê xwe pê naêşînin. Personelê rayedar jî bi heman awayî guh nadin mexdûrîyeta ku ji ber problemên heyî derketine û dibêjin ‘sepan bi vî awayî ye” ku nasên mehkûman ji ber vê sepanê ji hevdîtina nasên xwe re dereng dimînin.

Rêwîtîya ku tê kirin, mesrefên ku tên kirin tu kes serê xwe bi van naêşîne. Malbatên ku tên ziyaretê heta ku ji mekînê û ji çend cihên din derbas dibin wextê wan a hevdîtinê kêm dibe. Lê rayedar serê xwe bi vê yekê naêşînin û qet nexema wan e.

Di nav vê rageşî û zehmetîyê de ger kesekî/ê ku hatiye hevdîtinê bi hêrs bibe û bi rayedar an jî leşkerekî re bikeve munaqeşê jê re çend mehan ceza didin û nahêlin ku were hevdîtin.

Malbatên ku berî niha di 3 cihan de li ser wan dihat lêgerîn, niha di 5 cihan de tên lêgerîn ku ev yek mexdûrîyetan zêdetir dike. Ev tiştên ku tên kirin di bin navê tedbîrên ewlehîyê de tên kirin ku ev yek heta astekî asayî tên dîtin; lê belê ev tedbîr ji ber ku ezîyet û zehmetîyê didin kesên ziyaretvan, tê daxwazkirin ku hevdîtina wan ji ber tedbîrên ewlehîyê nebe ezîyet û zehmetî.

Ziyaretvan niha daxwaz dikin ku ev problema ku bi mehan berdewam dike û carekê bû sedema gotinên “nasên mehkûman jî tên cezakirin”  bê çareserkirin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir