• DOLAR 32.571
  • EURO 35.039
  • ALTIN 2428.002
  • ...
Li Nepalê ji sedî 41ê Mislimanan di sînora birçîbûnê de dijîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Fatma Turka Seroka Şaxên Jinan a Stenbolê ya ÎHHyê ve derbarê Nepala ku lê rewşa Mislimanan nebaş e de daxuyanîyek hat dayîn. Fatma di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Li Nepalê ji sedî 41ê Mislimanan di sînora birçîbûnê de dijîn.”

Li Nepalê nêzî 30 milyon kes dijîn ku nivê vê nifûsê ji ber şert û mercên nebaş ên aborîyê di sînora birçîbûnê  de dijîn ku Seroka Şaxên Jinan a Stenbolê ya ÎHHyê Fatma Turka ku ji bo belavkirina alîkarîyan çûbû Nepalê derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û derbarê Mislimanan ku li wê derê hewl didin bijîn de nirxandinan kir.

Fatma Xanim di daxuyanîya ku da destnîşan kir Nepal di raya giştî wek welatê turîzma bawerîyê tê zanîn; lê belê Nepal li ser rûyê erdê ji wan welatên herî feqîr welatek e.

Li Nepalê ji sedî 41ê Mislimanan di sînora birçîbûnê de dijîn

Fatma Xanim di berdewama axavtina xwe de qala wan alîkarîyên ku ji teref wan ve li Nepalê tên kirin de wiha got: “ Nêzî 30 milyon kes li Nepalê dijîn. Ji sedî 81ê wan Hîndu, ji sedî 9 Budîst, ji sedî 4.5 jî Misliman in. Ên mayî jî muntesîbên bawerîyên din in. Li Nepalê problema herî mezin aborî bû. Nîvê welêt bi birçûbûnê re rûbirû maye. Li Nepalê ji sedî 41ê Mislimanan di sînora birçîbûnê de dijîn.”

“Ew tiştên ku li Nepalê pêk tên dewra Mekkê tînin bîra mirovan”

Fatma Xanim di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew heta derekê dikarin li Nepalê alîkarîyan belav bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Mekaneke ku Misliman lê li hev bicivin tune ye û di wan malên ku ew tê de dijîn de kirina îbadetan qedexe ye. Ew tiştên ku li Nepalê pêk tên dewra Mekkê tînin bîra mirovan.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir