Guaîdo vegerîya Venezuelayê
Juan Guaîdoyê ku desteka Amerîka stand û xwe wek serokê demkî yê Venezuelayê îlan kir digel qerara girtinê ya derbarê wî de vegerîya Venezuelayê.
Hat ragihandin Juan Guaîdoyê ku desteka Amerîka stand û xwe wek serokê demkî yê Venezuelayê îlan kir digel qerara girtinê ya derbarê wî de vegerîya Venezuelayê. Berî niha derbarê Guaîdo de qedexeya derketina derve hatibû derxistin, lê belê ew di 22ê Sibatê de derbasî Kolombîyayê bû û piştî 11 rojan vegerîya Venezuelayê.
Guaîdo ji teref terefdarên xwe ve hat pêşîwazîkirin. Guaîdo di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ger ew bê girtin ew ê ev yek bibe xeletîya dawî ya hikûmeta Maduro.(ÎLKHA)