• DOLAR 32.33
  • EURO 35.129
  • ALTIN 2307.15
  • ...
“Em hewl didin xortên xwe di bin sîya îmanê de perwerde bikin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Sêrtê bi beşdarbûna Miftîyê Bajêra Sêrtê Ahmet Altiok bernameya “Xort li Camîyên Tên Cem Hev” hat tertîpkirin. Altiokê ku di bernamê de axivî destnîşan kir “Hz. Muhammed xortan ji qirêjahîya zihnî û bêbawerîyê rizgar kiriye û berê wan daye Xwedê ku em jî di vê bergehê de hewl didin xortên xwe di bin sîya îmanê de perwerde bikin.”

“Em dixebitin da ku xortanîyeke ku bi îmanê mezin bûye derkeve holê”

Altiok di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de destnîşan kir xort eleqeyeke mezin nîşanî bernameyên ku tên lidarxistin nîşan didin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hz. Muhammed xortan ji qirêjahîya zihnî û bêbawerîyê rizgar kiriye û berê wan daye Xwedê. Em jî di vê bergehê de hewl didin xortên xwe di bin sîya îmanê de perwerde bikin da ku ferdên ku feydeya wan ji însanetîyê re hebin bên perwerdekirin. Em dixebitin da ku xortanîyeke ku bi îmanê mezin bûye derkeve holê. Bila dilê milletê me rehet be. Bi izna Xwedê ew ê memleket her tim di destê wan kesên ewlehîdar de be. Xortanîyeke me heye ku ew ê li millet xwedî derkeve. Em bawer dikin ji bo ku ev xortanî bi hêz û qewettir bibe divê em bi şev û roj bixebitin.”

 “Xortên me îstîqbal û ronahîya me ne”

Remezan Toprakê Îmam Xatîbê Mizgeftê destnîşan kir xort eleqeyeke mezin nîşanî wê bernameya  bi navê “Xortanî û Mizgeft” ya ku ji teref Serokatîya Karên Diyanetê tên tertîpkirin didin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku xortên me tên camîyê em kêfxweş in, lewra xort îstîqbal û ronahîya me ne. Heta ku xort li ba me bin em ê xizmetên bi xêr bikin. Dema ku Pêxemberê dest bi teblîxa Îslamê kir ên ku li balê bûn xort bûn. Ji ber vê yekê xort ji bo me mûhîm in.”

Serokê Şaxên Ciwanan ê Camîyê Îdrîs Tekîn jî derbarê mijarê de wiha got: “Xort ji dêla ku li derve bi karê vala bilebikin tên camîya ku lê hawîrdoreke manewî heye ku ev yek jî mirov kêfxweş dike.”

Xortê bi navê Sergen Arslan ê ku tê camîyê jî wiha got: “Berê ez nedihatim camîyê. Kê niha têm camîyê ji ber ku ez têm camîyê pir kêf xweş im.”(ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir