Siyonîstên terorîst 2 Filistînîyan şehîd kirin
Siyonîstên terorîst li Şerîaya Xerbê 2 Filistînîyan şehîd kirin.
Hat ragihandin siyonîstên terorîst vê şeveqê li nêzî gundê Kefer Nîmeya Ramallahê êrîş birin li ser Filistînîyan, di encama êrîşa ku hat kirin de 2 Filistînî şehîd bûn û Filistînîyek jî birîndar bû.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin xortên Filistînî li dijî siyonîstan çalakî li dar xistin û 2 siyonîst îşxalker birîndar kirin. Ji ber çalakîya ku hat kirin siyonîst êrîş birin li ser xortên Filistînî û ew şehîd kirin. Siyonîstên terorîst nehiştin ku Filistînîyê ku di êrîşa wan de birîndar bûbû bê dermankirin û bê rakirin nexweşxanê.
Ji bilî van êrîşên ku ji teref siyonîstên terorîst hatin lidarxistin, vê şeveqê jî li Hêla Xerbê û Qudsê jî êrîş û di serdegirtin hatin kirin. Di êrîş û serdegirtinên ku hatin kirin de 21 Filistînî hatin desteserkirin ku di nav van kesan de Luey Farisê êsîrê berê jî heye.(ÎLKHA)