Li Îranê helîkopter ket: 5 mirî
Li rojavayabaşûr a Îranê helîkoptereke alîkarîyê ya zanîngehekê ket xwarê, di encama bûyerê de 5 kes mirin.
Hat ragihandin li rojavayabaşûr a Îranê li nêzî bajêra Çahar Mahal û Bahtîyarîyê helîkoptereke alîkarîyê ya Zanîngeha Tipê ya Şehrîkurd ket xwarê, di encama bûyerê de 5 kes mirin.
Derbarê mijarê de ji teref Cafer Merdanîyê Alîkarê Walîtîya Çahar Mahal û Bahtîyarîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de Merdanî destnîşan kir helîkoptereke alîkarîyê ya Zanîngeha Tipê ya Şehrîkurd dema ku ber bi Erdel ve diçû li mewqîya Serteşnîzê ket xwarê.
Di encama ketina helîkopterê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)