Reqemên enflasyonê hatin eşkerekirin
Reqemên enflasyonê ya meha sibata sala 2019an hatin daxuyandin.
Li gor daneyên ku hatin parvekirin enflasyon di meha sibata 2019an de bû ji sedî 19,67.
Ji teref Saziya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê ve reqemên enflasyonê hatin daxuyandin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKê ve hatine belavkirin enflasyon di meha sibata sala 2019an da li gor heman meha sala borî ji sedî 19,67 zêde bû.
Di meha sibatê de li gor meha sibata sala 2018an ji sedî 0,16 zêdebûn çêbû.(ÎLKHA)