Wezîr Abdulhamîd Gul: 315 hezar Sûrîyeyî vegerîyan welatê xwe
Wezîrê Edaletê Abdulhamîd Gul derbarê Sûrîyeyîyên ku vegerîyane welatê xwe de diyar kir heta niha 315 hezar Sûrîyeyî vegerîyan welatê xwe.
Abdulhamîd Gulê Wezîrê Edaletê ji bo ziyaretinan çû Entabê. Wezîr Gul di axavtina xwe ya ku li Entabê kir de derbarê hejmara Sûrîyeyîyên ku vegerîyane welatê xwe de nirxandinan kir. Gul di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir “315 hezar Sûrîyeyî vegerîyan welatê xwe.”(ÎLKHA)