Wesayîta ku polêsan vediguhast qulibî: 13 birîndar
Li Adilcewaza Bidlîsê wesayîta ku polêsan vediguhast qulibî, di encama qezayê de 13 polês birîndar bûn.
Hat ragihandin li Adilcewaza Bidlîsê wesayîta ku polêsan vediguhast qulibî, di encama qezayê de 13 polês birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta polêsan a ku ji bo ewlehîyê Serokomarê Tirkîyê Erdoganê ku li Erzûrûmê mîtîng tertîp dikir çû Erzûrûmê di rêya vegerê de qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 3 jê giran 13 polês birîndar bûn.
Polêsên ku birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)