Li Entabê qeza: 2 mirî 3 birîndar
Di qezaya ku li Entabê pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Nûrdagiya Entabê qeza pêk hat, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Qeza li ser 5emîn kîlometreya Rêbeja Nûrdagi-Islahîyê pêk hat.Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 27 BHS 53 a ku ajokarê wê Mehmet Alî Demîr bû li wesayîta bi plaqeya 80 GK 191 a ku ajokarê wê Suleyman Agca bû qelibî. Di encama qezayê de 2 kesên bi navê Ayşe Agca û Îbrahîm Agca jiyana xwe ji dest dan û 4 kesên bi navê Suleyman Agca, Hakki Agcaî Hidayet Agca, Îbrahîm Saçliçoban birîndar bûn.
Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê. Mehmet ALî Demîrê ku ehlîyeta wî tunebû hat binçavkirin.(ÎLKHA)