• DOLAR 32.564
  • EURO 34.726
  • ALTIN 2411.152
  • ...
2 bira pereyên ku dan hev ji bo Yemenîyan bexşandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Birayên  Hasan û Huseyîn Emîr Varol ên ku li Stenbolê dijîn pereyên xwe yên ku ev bû demek berhev dikirin ji bo ji Yemenîyên  ku di nav qeyrana însanî de alîkarî bê kirin dan Weqfa Kerwana Ûmudê.

Cengîz Kurtaranê Serokê Weqfa Kerwana Ûmudê derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û diyar kir ev helwesta her 2 birayan divê ji hemû kesî re bibe mînak.

Kurtaran di berdewama axavtina xwe de diyar kir 2 birayên bi navê Hasan û Huseyîn Emîr ji bo pereyên ku ew berhev kirine bişînin Yemenê bûn mêvanên me û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Weke ku em di televîzyonan de jî dibînin li Yemenê rewş nebaş e. Nexasim dema ku çavên me li wan zarokên ku ma çerm û hestû dikevin kezebên me dişewitin. Înşallah em ê wan alîkarîyên ku her 2 birayên bi navê Hasan û Huseyîn Emîr berhev kirine bigihînin Yemenîyan. Em ji her birayan re pir zêde teşekur dikin. Emrê wan biçûk e, lê ew pir fedakar in. Ez ji wan malbatên wan ên ku wan bi vî awayî mezin kirine jî teşekur dikim.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir