Li 2 bajêran ji ber berfê mekteb hatin tatîlkirin
Ji ber berfa ku zêde barîya li Elezîz û Agirîyê mekteb ji bo rojekê hatin tatîlkirin.
Hat ragihandin ji ber berfa ku zêde barîya li Elezîz û Agirîyê mekteb ji bo rojekê hatin tatîlkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Perwerdehîya Bajêr a Elezîzê û ji teref Walîtîya Agirî ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ji ber berfa ku zêde dibare mekteb ji bo rojekê hatin tatîlkirin.(ÎLKHA)