• DOLAR 32.392
  • EURO 35.093
  • ALTIN 2326.9
  • ...
Kesên ku li Hocaliyê hatin qetilkirin hatin bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dema ki dîrok 26ê Sibata sala 1992an nîşan dide çeteyên yekîneyên Komareya Ermenistanê  li ser bajêra Hocaliya Herêma Karabaxa Jorîn a ku girêdayê Azarbeycanê ye de girtin û 106 jê pîrek, 63 zarok, 70 extiyar tev de 613 welatîyên Azarbeycanê bi şikleke wehşîyane û hovane qetil kirin û 150 kesan jî êsîr girtin ku ji wê dîrokê vir ve hêj aqûbeta wan kesên êsîr nayê zanîn.

Piştî êrîşa hovane ya ku li hember siwîlan hat kirin re ji sedî 20ê axên Azarbeycanê ji teref Ermenistanê ve hat îşxalkirin û zêdetirî milyonek welatîyên Azarbeycanê ji war û wargehên xwe bûn û bûn koçber.

Şênîyên ku li Hocaliyê dijîyan li ser nufusa Azerbeycanê qeydkirî bûn û ji Mislimanên Azakê bûn. Qetlîam bi niyeta valakirina Herêma Karabaxê bû.

Piştî ku 27 sal ji ser qetlîama wehşîyane û hovane derbas bû re hinek welatên mîna Endonezya, Komareya Çek, Meksîka, Kolombîya û Pakîstan qetlîama ku hat kirin wek jenosîd û qirkirinê qebûl kirin; lê belê digel vê yekê civala navneteweyî ji vê yekê bêdeng ma.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir