• DOLAR 32.37
  • EURO 34.998
  • ALTIN 2325.477
  • ...
“Yan hûn ê hîcaba xwe ji serê xwe derînin yan jî hûn ê biqewitin û herin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ser darbeya leşkerî ya ku di 28ê Sibata 1997an de hat kirin 22 sal derbas bûn. Di wê heyama ku tê de li hember nirx û şîarên Îslamî şer hatibû destpêkirin de bi hezaran pîrekên memûr û mamoste ji ber tesettur û hîcaba xwe bi hezaran zilam jî ji ber nasnameya xwe ya Îslamî ji wezîfê hatin girtin û dîsa bi hezaran xwendekarên pîrek jî ji ber ku nixûmandî bûn nehat hiştin ku biçin zanîngehê.

Di salavegera 22yemîn a darbeya leşkerî ya 28ê Sibatê de Hanîfe Orneka di pêvajoya 28ê Sibatê de ji ber tesettura xwe nedihat hiştin biçe zanîngehê ji ÎLKHAyê re axivî û derbarê neheqî û bêhiqûqîyên ku wê heyamê hatin kirin û hêj berdewam dikin de nirxandinan kir.

 “Yan hûn ê hîcaba xwe ji serê xwe derînin yan jî hûn ê biqewitin û herin”

Hanîfe Xanim di berdewama axavtina xwe de diyar kir di pêvajoya 28ê Sibatê de tenê bes di nav çend rojan de bi hezaran însan hatin mexdûrkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Heta pola sêyemîn ji me re digotin ‘xwendekarên bi edeb û mînak.’ Lê belê di pola sêyemîn de em ji nişka bûn ‘terorîst’ û muameleya ‘terorîstan’ bi me kirin. Ew heyam gelekî zêde bi zehmet bû. Xoceyekî me hebû, nexasim ew di her tenefusê de tehdayîyê dida min. Hetta rojekê ji min re got ku ‘serê mar tu yî, tu serê xwe vebikî dê hemû kes veke.’ Em 3 heval bûn. Her 2 hevalên min serê xwe vekirin û ez bi tena serê xwe mam. Di nezera wan de ‘serê mar’ ez bûm. Êdî cezaya me ya dûrkirinê hat. Di vê pêvajoyê de dekan xwest ku di odeya xwe de li 2 hevalên me yên qîz bide. Herî dawî ji me re got; Êdî ez aciz bûm, ez naxwazim we her roj li oda xwe bibînim, yan tesettura xwe derînin yan jî bicehimin ji vê derê herin.”

 “Muameleya terorîst li me dikirin”

Hanîfe Xanim di dawîya axavtina xwe de diyar kir piştî gotina Gulen ‘tesettur teferruat e’ bi sedan qîzê tesettura xwe derxistin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di heyama duyemîn a sala 1998an de bi tu şiklî nehiştin em bikevin mektebê. Em her tim li derve man. Me her roj çalakî li dar xist. Hat qedexekirin ku em 2-3 kes li derve digel hev bigerin.Li miqabilê mala me erebeya polêsan hebû, her tim ew me taqîb dikirin û muameleya terorîstan li me dikin. Wê heyamê ew hevalên me yên ku tesettura xwe derxistin jî gilîya me kirin. Ev jî derbeya duyemîn bû ku li me dan. Me lê mêze kir ku êdî bi vî awayî nabe di sala 1999an de em tevde di nav xemgînîyê de vegerîyan mala xwe.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir