• DOLAR 32.587
  • EURO 34.689
  • ALTIN 2523.479
  • ...
HUDA PARê ji êrîşa nîjadperest a ku li Tîma Cîzre Sporê hat kirin re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ev êrîşa ku hatiye kirin êrîşeke nîjadperest e.

“Di musabaqeyeke futbolê ya ku li Entalyayê hat leystin de  êrîşeke nîjadperest li tîma Cîzre Spor û lijneya teknîkê hat kirin”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew êrîşa ku li Tîma Cîzre Sporê hatiye kirin mirovan endîşedar dike û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Di musabaqeyeke futbolê ya ku li Entalyayê hat leystin de  êrîşeke nîjadperest li tîma Cîzre Spor û lijneya teknîkê hat kirin ku ev yek ji hêla rewşa hessas a ku welêt di nav de ye mirovan endîşedar dike. Divîyabû ku ev musabeqe bibe wesîleya rûhê muhabbet û dostîtîyê. Netîceyên wan polîtîka û gotinên nîjadperest, dabeşker û  yên ku berberîyê dixin nav civakê û mixabin di çanda me ya sîyasî de hakim in, xwe bes di sehaya sîyasî nîşan nadin; bi hemna awayî dibin sedem ku di nav civakê de dijmintî û êrîşkarî pêk bên. Me vê yekê bi êrîşa nîjadperest cardin dît. Heqê tu kesî tune ye ku çanda lînçkirinê ya civakî di nav civakên ji nîjadên cûda yên ku bi sedan salan digel hev jiyane de belav bikin.”

“Ew meqama sîyasetê divê nirx û rengên civakî li ber çavan bigire û li gorî vê yekê polîtîkaya xwe bimeşîne”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin divê ew meqamên siyasetê bi yek ahengî li temamê welatîyan bikin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Ew meqama sîyasetê divê nirx û rengên civakî li ber çavan bigire û li gorî vê yekê polîtîkaya xwe bimeşîne. Dîsa divê ew meqamên siyasetê bi wekhev li temamê welatîyan bikin. Tememê helwest û hereketên li derveyî vê bergehê destnîşan dikin ku hatiye derketin li derveyî şîara edaletê û dê bibe sedem ku êrîş li dorhêla sikûnet û aramê bê kirin, ew ê bi vê yekê bingeh ji bo wan helwestên provakatîf.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir