• DOLAR 32.35
  • EURO 35.141
  • ALTIN 2310.236
  • ...
Îşkenceyên ku li 9 xortên Îxwanê  hatin kirin mirovan ecêbmayî dihêlin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Misirê di sala 2015an de bi wesayîta bombebarkirî êrîşek hatibû lidarxistin û di êrîşê de  Serdozgerê Misirê Hîşam Berekat miribû ku di bergeha vê bûyerê de 9 xortên endamên Îxwanê bi vê êrîşê hatin sûcdarkirin û ji wan re cezaya îdamê hat dayîn. 9 xortên bi navê Ehmed Taha, Ebul Qasim Ehmed, Ehmed Cemal Hîcazî, Mahmud el-Ehmedî, Ebu Bekr es-Seyyîd, Abdurrahman Suleyman, Ehmed Muhammed, Ehmed Mahrus Seyyîd û Îslam Muhammed berî vê du rojan ji teref darbekeran ve hatin şehîdkirin.

Di nav kesên ku  hatin şehîdkirin de lawê Muhammed Taha Wehdanê Endamê Ofîsa  Rêbertîyê ya Îxwanul Muslîmun jî heye.

Sîsîyê darbeker berî vê çend rojan 9 xortên ku endamê Îxwanê bûn li Misirê da îdamkirin ku dîmenên mehkemê yên 3 xortan derket holê. Di dîmenan xort Îxwanê qala wan îşkenceyên ku li wan hatine kirin dikin. Di dîmenan de tê dîtin ku xort dibêjin ew beşdarî tu sûcî nebûne û ew ji ber wan îşkenceyên hovane û wehşîyane mecbûr hatine hiştin ku sûcan li ser xwe bigirin.

Di vîdeoyê de tê dîtin ku ew vîdyoyên ku xort tê de sûcan digirin li ser xwe bi xortan didin temaşekirin û hakimê darbeker ji Şehîd Mahmud Ehmedî dipirse “ Kêlîya din te temamê sûcdarkirinan di vîdeoyê de girt li ser xwe. Êdî navê wan hevalên xwe yên ku digel te çalakîyê li dar xistin bibêje.”

Ehmedîyê ku xwendekarê Fakulteya Tercumantî û Zimanê Bîyanî yê Zanîngeha Ezherê ye di vîdeoyê de tê dîtin ku dibêje “Ger hûn destûrê bidin ez ê dest bi xeberdana xwe bikin” û dibêje ew kamereyên di mehkemê de girtî ne, bila bên vekirin.

Ehmedî di axavtina xwe ya ku di mehkemê kir de dibêje “ Lewra dixwastin ku em van sûcan li ser xwe bigirin û ji ber vê yekê îşkence li me dihatin kirin û wê demê kamera girtîbûn. Dema ku me van îtîrafan dikir, li dora me tanq, kesên çekdar û wesayît hebûn. Ev tişt li derdora serokwezîr bi xwe jî tune ne. Em dorpêç kiribûn û hewl didan bi me bidin îtîrafkirin.”

Ji ber van gotinên Ehmedî, hakimê darbeker bi şikleke ku tinazên xwe li Ehmedî bike jê re dibêje “Yanî tu qebûl dikî ku dema ku te çalakî li dar xist hevalên te li dora te bûn?” Ji ber vê yekê Ehmedî wisa bersiva hakimê darbeker da: “ Belê li kêleka min kes hebûn; lê ew kes ne hevalên min hêzên ewlehîyê bûn. Ew kes 20 seatan digel min tehqîqetan kirin. Ger tu dixwazî gazî wî kesê ku di vîdyoyê de xuya dike bike û jê bipirse. Hetta tu dikarî wan îşkenceyên ku li me kirin jî ji wan bipirse.”

“Ey gelê însanan, li van dewsên kelepçeyan ên di pî û destên min de binêrin!”

Di berdewama vîdyoyê de tê dîtin ku hakimê darbeker bi şiklê ku tinazên xwe li Ehmedî bike jê dipirse “Tu niha dibêjî ku ev rapora tenduristîyê ya ku doxtor daye zexte ye?” û Ehmedî jî wisa bersiva hakimê darbeker dide: “Ew rapora ku doxtor daye derew w. Ger hûn dixwazin binêrin; kî ji me derewker e hûn ê fam bikin. Ey gelê însanan, li van dewsên kelepçeyan ên di pî û destên min de binêrin!”

 “Ew îtîrafên ku ji me girtin ên di vîdyoyan de tev di bin îşkenceyan de hatin girtin”

Ji ber vê yekê hakimê darbeker xeberdana Ehmedî di nîvî de qut kir û got “De haydê dûvdirêj neke. Axavtina xwe bidomîne.” Ji ber vê yekê Ehmedî axavtina xwe wiha domand: “ Ger hûn jî bawer nakin, hûn dikarin ji nêz ve jî lê mêze bikin.  Mêze bikin, hûn li ber van însan û kamerayan amûra elektro şokê bibim min û bihêlim ez biçim ba yekî ji wan, hûn ê bibînin ku ez ê bi wî kesî bidim îtîrafkirin ku ew Enwer Sedat kuştiye. Bi vî awayî belkî tu jî fam bikî ka me çi kişandiye. Ew ceyrana ku dan min besî têra Misirê 20 salan bû. Ew îtîrafên di vîdyoyê de tev di bin îşkenceyan de ji me hatin girtin. Ez 12 rojan li Girtîgeha Lazogluyê mam. Birayê min 3 meh û nîv ma. Dema ku ez ketim wê derê, polêsek ji min re got ‘Her çi min ji te xwest qebûl bike, li vê derê ez çi bixwazim ew pêk tê. Ew ê tu mirina dozger li ser xwe bigirî.’  Min jî jê re got ku ma ev ne zilm e. Wî jî got ‘Qet xem nexwe ew ê tu li ser xwe bigirî.”

“Ew kesê ku îşkence li min û hevalên min kir li vê derê ye”

Ehmedî di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesekî ji wan kesên ku di hepsê de îşknce li wî û li hevalên wî kirine li salona mehkemê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger tu dixwazî ez wî nîşanî te bidim. Lê dema ku ez cardin vegerîyam hepsê, ew ê çi tişt bên li serê min ez nizanim. Dema ku ez di kafesê de bûm, li vê derê bû, lê belê dema ku ez ji bo axavtinê derketim û hatim vê derê ew kes ji vir derket. Ew kesê ku îşkence li min û hevalên min kir li vê derê ye, niha xwe di nav însanan de vedişêre. Ez dixwazim ku ew zilam were vê derê.  Ez dizanim a niha li vê derê ye. Ez dikarim di nav ev qas însanî de nîşanî we bidim.”

Ji ber van gotinên Ehmedî, hakimê derbeker bêyî şerm bike got ku “Divîyabû tu van tiştan berî niha gotibana.”

 “Gelek zêde îşkence li me kirin”

Ebul Qasim Ehmed Elîyê 23 salî û xwendekarê Fakulteya Daweta Îslamî yê Zanîngeha Ezherê ye jî di mehkemê de îşkenceyên ku di hepsê de li wan hatine kirin wisa anî zimên: “Ez di 19ê Sibata sala 2016an de hatim girtin. Gelek zêde îşkenceyan li min kirin. Ji roja ku ez ketim hepsê heta îro îşkenceyan li min kirin. Dema ku îşkence li min dikirin darbeyan li cihên hessas ên bedena min didan. Li çavê min, li serê min didan. Niha çavên min baş nabînin. Gelek zêde îşkence li me kirin. Her car em dibirin sazîyên cûda û li wê derê jî her tim îşkenceyan li me dikirin. Nedihiştin ku em malbata xwe bibînin. Ji bo psîkolojîya me xera bibe hemû tiştî dikirin.”

 “Ew qas zêde îşkence li em dikirin ku ez bêhemdê xwe diqêrîyam”

Ebu Bekir Seyyîd Abdulmecîdê xwendekarê pola dawî yê Fakulteya Muhendîsîya Makînê yê Zanîngeha Zekazîkê jî destnîşan kir digel ku ew hêj nû amelîyat bûbû hat binçavkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Niha ez bi kuştina dozger têm sûcdarkirim.  Ew kesên ku hatin ez bibim bi kêran gef li min xwarin. Digel ku min  tişek nekiribû bi zorê ez desteser kirim. Min birin midûrtîya ewlehîyê û li wê derê îşkenceyan li min kirin.  Dema ku ez di bin îşkenceyan de bûm, ji min re digotin ‘ger tu îtîraf nekî, em ê malbata te bînin vê derê.’  Di nîvê zivistanê de ava cemidî li ser min didakirin. Ew qas zêde îşkence li em dikirin ku ez bêhemdê xwe diqêrîyam. Ger hûn bixwazin ez dikarin şûna îşkenceyan nîşanî we bidim.”

Li Misirê di sala 2015an de bi wesayîta bombebarkirî êrîşek hatibû lidarxistin û di êrîşê de  Serdozgerê Misirê Hîşam Berekat miribû ku di bergeha vê bûyerê de 9 xortên endamên Îxwanê bi vê êrîşê hatin sûcdarkirin û ji wan re cezaya îdamê hat dayîn. 9 xortên bi navê Ehmed Taha, Ebul Qasim Ehmed, Ehmed Cemal Hîcazî, Mahmud el-Ehmedî, Ebu Bekr es-Seyyîd, Abdurrahman Suleyman, Ehmed Muhammed, Ehmed Mahrus Seyyîd û Îslam Muhammed berî vê du rojan ji teref darbekeran ve hatin şehîdkirin.

Di nav kesên ku  hatin şehîdkirin de lawê Muhammed Taha Wehdanê Endamê Ofîsa  Rêbertîyê ya Îxwanul Muslîmun jî heye.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir