• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
“Divê 28ê Sibatê êdî ji rojeva Tirkîyê bê derxistin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê Davud Şahîn derbarê pêvajoya 28ê Sibatê û kesên ku di wê pêvajoyê de hatine û hêj mexdûrîyeta wan berdewam dike de ji ÎLKHAyê re axivî û derbarê mijarê de nirxandinan kir. Şahîn di nirxandina ku kir de balan kişand li ser mexdûrîyetên ku hêj ji ber 28ê Sibatê berdewam dikin û destnîşan kir “Divê 28ê Sibatê êdî ji rojeva Tirkîyê bê derxistin.”

 “Midaxele li wan kesên ku xwedî nasnameya Îslamî bûn hat kirin”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir herî zêde camîayên Îslamî  ji pêvajoya 28ê Sibatê tesîrdar bûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di 28ê Sibatê de  bi destê siyasetmedaran, xwedî sermayê, medya, daraz, STK û sendîqayan eyer hat dayîn îdareya welêt. Hikûmeta wê heyamê dan îstîfakirin. Nexasim midaxele li wan kesên ku xwedî nasnameya Îslamî bûn hat kirin û ji wezîfê xwe hatin girtin. Wê demê di zanîngehan de odeyên îqnayê hatin damezrandin û meseleya hîcabê hat aîn rojevê û bi vî awayî însan hatin xwestin ji bawerîya xwe bên dûrxistin. Kesên ku li gorî wan hereket nekirin ji mektebê hatin dûrxistin.”

“Ji ber qerarên ku di wê heyamê de hatibûn dayîn hêj hinek kes di girtîgehan de tên girtin”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir mexdûrîyetên ku ji ber 28ê Sibatê derketine holê hêj berdewam dikin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Melayên ku ji bo ji însanan re dînê Îslamê teblîx bikin hatibûn wezîfedarkirin bi hinceta eqîdeya wan xera bûye ji wezîfê hatin girtin. Wezîfeya melayan teblîxkirina dînê Îslamê bû, lê ew ji vê yekê re jî tehemûl nekirin. Bi vî awayî li Tirkîyê pêleke nû ya zilmê dest pê kir. Bi hezaran însan hatin fîşkirin. Bi hezaran însan hatin mexdûrkirin, ji karên xwe hatin derxistin û bi hezaran kes bi cezayên ku ji teref darazê ve hatin dayîn hatin xistin girtîgehê. Hinek ji wan ji girtîgehê derketin û hinek jî hêj di girtîgehê de tên girtin.”

Şahîn di dawîya axavtina xwe de diyar kir divê mafê temamê kesên ku hatine mexdûrkirin bê dayîn û divê dawî li van mexdûrîyetên 28ê Sibatê bê anîn.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir