Malbata ku ev 7 sal ji ber şer welatê xwe terk kir di nav feqîrîyê de hewl dide bijî
Malbata Sûrîyeyî yê ku ev 7 sal ji ber şer welatê xwe terk kir di nav feqîrîyê de hewl dide bijî.
Malbata Sûrîyeyî ya ku ji 4 nefsan pêk tê berî vê 7 salan ji ber şerê navxweyî ya li Sûrîyê wargeha xwe ya li Helepçê li pey xwe hiştin ketin rêya koçberîyê. Malbat niha hewl dide di nav zor û zehmetîyê de bijî.
Şikrî Naîfê sermîyanê malbata Sûrîyeyî derbarê rewşa malbata xwe de diyar kir ew berî vê 7 salan ji Sûrîyê hatine û bi alîkarîya xêrxwazan û hikûmetê hewl didin jiyana xwe bidomînin.
Şikrî Naîfê Sûrîyeyî yê 69 sal î diyar kir ew, xanim û 2 zarokên wî di malekê de hewl didin bijîn di berdewama axavtina xwe wiha axivî:
Di serîyên pêşî de ji me re alîkarîya meaş û xurekê dihat kirin. Dû re alîkarî hatin qutkirin. Nêzî 4-5 mehan meaş dan me û ew jî qut kirin. Nêzî 13 mehan meaş nedan me. Dû re nêzî 300-400-500 lîreyan meaş dan me. Kirêya mala ku em lê rûdinin 250-300 lîre ye û heqê ceyranê 100 û ya avê jî 50 lîre tê. Ji bilî van mesrefên mitbaxê jî hene. Emrê min 69 û ya xanima mi jî 62 ye. Lawê min 14-15 salî ye, rojekê dixebite, 4-5 rojan naxebite. Lewra kar peyda nabe. Em hewl didin bi vî awayî debara xwe bikin. Xweda bibe alîkarê me.”
Naîf di berdewama axavtina xwe de diyar kir di wextê wê de dewletê pir zêde ji wan re alîkarî kiriye û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Dewlet ji me re dibe alîkarî, mala wî ava be. Lê belê alîkarîya ku ji me re tê kirin têra me nake. Digel heqê kirê, ceyran, av û mitbaxê mesrefa me mehane derdike nêzî hezar lîreyî. Ji ber ku kar peyda nabe, em zehmetîyê dikşînin. Xweda ji we razî be. Li Sûrîyê rewşa me baş bû, temamê zarokên min dixebitîyan. Pêdivîya me bi alîkarîyê heye, Xweda ji wan kesên li dê ji me re bibin alîkar razî be.”(ÎLKHA)