• DOLAR 32.506
  • EURO 34.585
  • ALTIN 2492.1
  • ...
"Muhebbeta biratîyê biparêzin lewra çek û muhîmatên we ev in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di meha Sibatê ya ku wek "meha şehadetê" tê wesifandin de dema ku dîrok 12ê Sibata 1949an nîşan da li Misrê Hasan el Benna ji teref Îngîlîz û hevkarên wan û di 12ê Sibata 2008an de jî li Sûrî Îmad Muxnîye di êrîşa ku ji teref sîyonîstan ve hat lidarxistin de şehîd ketin.

Di Sibata ku wek "meha şehadetê" tê binavkirin de kesayetên girîng, pêşîvan, rêber û zana yên ku Umeta Îslamê wan perwerde kiriye ji ber ku li dijî zaliman tekoşîn kirin bûn hedef.

Îmam Hasan El Benna bê guman ji van kesan yekî bû. El Benna ji xeynî tekoşîna ku li dijî dagirker û hevkarên wan dikir ji bo biratî û yekitiya Mislimanan jî wehdetê tesîs dikir. Ji ber vê yekê El Benna him wek rêber di dilan de û him jî di qada tekoşîna hereketa Îslamî de cî girtibû.

Îmam Hasan El Bennayê damezrênerê Îxwanul Muslîmîn (Birayên Misliman) ji teref fîravunên zemanê ve di 12ê Sibatê de hat şehîdkirin. El Benna di salvegera şehadeta xwe ya 70emîn de bi rehmet tê yadkirin.

El Benna di 17ê Cotmeha sala 1906an de li bajarê Mahmudiyeya Misrê hatiye dinê. Mlbata wî ji aliyê ilm û îrfanê ve malbatekî bijarte ye. Hasan El Benna dibistana xwe ya pêşî û navend li bajaroka xwe xwend. Dema xwendekarê 3 yemîn a navend bûye bi navê "Cemîyeta Exlaq û Edeb" saqziyekî saz kiriye û ji kesayetên girîng re name şandiye. Di nameyan de diyar kiriye ku li dijî kesên xerab ên di nav civakê de û li dijî heramî tekoşîn were kirin.

Hasan El Benna beşdarê xwepêşan û boykotên ku li dijî dagirkerîya Îngîlîz û hevkarên wê dihat kirin dibû. Piştî ku dibistana mamosteyan qedand ji bo perwerdeya lîsansê qeydê Daru'l Uluma ku li Qahîrê ye bû. Piştî ku El Benna zanîngehê wek yekemîn diqedîne li Îsmaîlîyeyê wek mamoste dest bi kar dike.

Hebûna li vir a dabirkeran gelê li vir bandordar kiriye. Terza jiyana Xerbê hêdî hêdî di nav civakê de cî digire. Hasan El Benna dibîne ku gel jiyanekî ji Îslamê dûr dijî. Ji bo vê yekê El Benna rehet nebû û ji bo ku vê pirsgirêkê çareser bike ranediza. Hasan El Benna dema ku qala xatireyên xwe yên van rojan dike wiha diyar dike: "Xweda zane ku me gelek şevên xwe ji bo ku em derdên Umetê çareser bikin derbas kiriye. Ji bo ku em rewşa Umetê tahlil bikin û derdên wê ji holê rakin em çi qas fikirîne. Carinan ji ber bandora vê yekê em girîn."

El Benna bi vê telaşê bi 6 hevalên xwe re şevekî hat cem hev û saziya bi navê Îhvan-i Muslîmîn (Birayên Misliman) saz kirin. Bi hevalên xwe yên cefakar û fedakar ji bo ku Îslamê teblîx bike çû qehwexaneyan û ji însanên ku wextên xwe li wir derbas dikirin re qala xweşikahî û cîhaniya Îslamê dikir. Hasan El Benna di axavtinên xwe de Xweda û roja axîretê dianî bîr. Wextê axavtina wî herî zêde 15 deqîqe bû. Ev axavtin hêdî hêdî bandordar bû. Roj bi roj jimara kesên ku dihtin qehwexaneyê zêde dibûn. Dûvre rojekî 3 qehwexaneyên ku zêde gel tên wir hilbijart û di her qehwê de di her heftê de 2 car axavtin dikir. Berê ev axavtin eleqe nedît. Lê dûvre eleqeya gel ji van axavtinan re zêde bû.

Dûvre gel bi laîkariya Xweda saziya Birayên Nisliman hez kir. Endamên saziyê roj bi roj zêde bû. El Benna gund bi gund, bajar bi bajar digeriya û qala Îslamê dikir. Ciyên ku diçû wir şaxên girêdayê saziyê vedikir. Hemî xebat û hewldanên xwe ji bo Îslamê dikir.

Saziya Îxvan di demekî kurt de di serî de Qahîre li gelek herêman belav bû. El Benna piştî ku çû Qahîrê navenda giştî ya Birayên Nisliman jî di Cotmeha 1932yan de li wir vebû. Her wiha li Filîstîn, Sûrî û Lubnanê jî şaxên saziyê vebibûn.

Dema ku gelê Filîstînê li dijî dagirkeriya Îngîlîz serhildan kir Birayên Misliman xwedî li doza Filîstînê derketin. El Benna piştî peymana ku di sala 1936yan de pêk hat name ji lîderên siyasî, rêber û rêzanan re şand. El Benna diyar kir ku pirsgirêka Filîstînê pirsgirêka Umetê ye. Ji bo ku şer bikin micahît şand Filîstînê. 

Hikûmeta Misrê ya ku pêlîstoka Îngîlîzên dagirker bû  ji bo pêşiya Teşkîlata Îxwanul Muslîmîn bigre , fealiyetên wan bide sekinadin  û ji bo kariba emel û armancên xwe yên şeytanî tesîs bike  heraketa Îxwanul Muslîmîn neqanûnî îlan kir. Di encamê de dest bi astengkirina xebatên teşkîlatê kir  û ji bo teşkîlatê ji holê rabike bi zexteke mezin digel temamê îmkanên xwe seferberî îlan kir.

Ferdên teşkîlatê yek bi yek girtin û gelek îşkenceyan li wan kirin û dû re jî wan xistin girtîgehê. Tu kesê ku dê li cem Hesen El-Benna cî bigire û wî mihafeze bike li derve nehiştin, tev girtin. Armanca wan  tenê hiştin û bi şikleke wehşîyane qetilkirina wî bû. Hesen el-Benna di 12ê Sibata sala 1949an dema ku êvarî diçû mala xwe  sûîqest lê hat kirin û wî şehîd kirin. El-Benna, li meydana herî mezin a Qahîreyê,  li sikakeke tarî ya ku ronahiyên wê hatibûn tefandin ji teref destên qirêj ve  sûîqest lê hat kirin. Mela Hesen El-Bennayê ku di sûîqesta kirêt de giran birîndar bûbû rakirin nexweşxanê; lê li nexweşxanê jî destûr nedan ku birîna wî bê dermankirin. Bi vî awayî El-Bennayê ku emrê xwe ji Îslamê re weqf kiribû û ji neslên dahatûyê re mîrasekek mezin hiştibû şehîd bû.

Cemaeta Îxwanul Muslîmîn a ku ji teref Hesen El-Benna ve hatibû damizrandin li çar aliyê cîhanê belav bû. Cemaeta Îxwanul Muslîmîn  gelek rêber û rêzanên mîna Seyyîd Kutub, Abdulkadir Udeh û Zeynep Gazalî perwerde kir û  temela HAMASa Hareketa Berxwedana Îslamî ya Fîlîstînê avêt.

Hinek pend û şîretên ku Hesen El-Benna kirine

- Ji wan re hîn bikin ku dînê Îslamê ji azadî, xweserî û ji hakimiyetê hindiktir tiştekî din re razî nîne.

-Desthilatdariya Mislimanan ne menfeat; xizmet û fedakarî ye.

- Ez bawer dikim ew amela ku tenê feydeya wê ji xwediyê wê re heye û tu feydeya wê nagihije tu kesê din ameleke pir sist û zeîf e.

- Wargeha Mislimanan a li cîhanê ne efendîtî; mertebeya mamostetiyê ye.

-  Em hudûd û sînorên welatên xwe bi bawerî û îmanê xêz dikin.

-  Wê pêwendiya biratiyê ya di nav xwe de mihefeze bikin; lewra çek û muhîmata we ev e.

-  Tiştên mîna xeflet, xeyalên xapînok, qelbên tarûmar, girêdayîbûna bêhîsab û bê pirsîn û di pey her kesê ku biqêrînê de çûyîn û tiştên mîna van ne rêyên Muminan e.

-Ez bawer dikim divê ji bo Mislimanekî/ê xayeya  herî mezin a ku pêwîst di hedefê de be qezenckirina riza Xwedê be.

-Ji bo qelb, xwendina Qur'anê  ya bi tefekkur û huşu  pê ve tu tişteke baş tune ye.

-Em dizanin ku mirin di navbera heyateke ku bi tehlûkeyan dagirtiye û  di navbera heyateke rastî ya ku bi nimet û saadeta ebedî dagirtiye de pira derbasbûnê ye.

Fermandarê ku dawî li efsaneya mexlûbnebûna Îsraîlê aniye: Îmad Muxnîye

Ji şexsiyetên mumtaz û bijartî yên ku bi heyata xwe û bi mucadeleya xwe ji ciwanên Îslamê re bûne rêber û rêzan  şexsek jî Îmad Muxniye ye.

Îmad Muxniyeyê ku bi navê Hecî Ridwan dihat naskirin di sala 1962an de li bajêra Sûrê ya Lubnanê ji dayik bû. Muxniyeyê ku ewladê malbateke cotkar bû  xwendina xwe ya destpêk, dibistana navîn û lîseyê li mektebên Lubnanê qedand.

 Muxniye cara ewil di 15 saliya xwe de ango di sala 1977an de hareketa berxwedanê nas kir Muxniye çû cem Enîs Naqqaşê ku zilamê aksiyon û fikran e û jê teleba perwerdehiya eskerî kir da ku li dijî Îsraîl mucadele bike. Naqqaş di wan rojên ku ev teleb jê  hat kirin di nava Hareketa Fetîhê de têdikoşa.

Di sala 1982an de ji ber ku îsraîl Lubnanê îşxal kir Hareketa Fetîhê ji Lubnanê veqetiya. Ji ber vê yekê Muxniye di sala 1982an de  tevlî Hareketa Emel a ku di pêşîvanî û rêbertiya Dr. Mustafa Çamran û Musa Sadr de hat damizrandin bû. Muxniye  di warê eskeriyê de pir jêhatîbû.

Muxniye di navbera salên 1982 -1985an de karê muahfezekirina Muhammed Huseyîn Fadlullahê ku lîderê ruhanî ya Hîzbullahê Lubnanê bû bi rêve bir  û dû re jî ji ber jêhatîbûna wî ya plankirin û serkarî kirina li qadên herbê beşdarî operasyonên taybet ên Hîzbullah bû û di van operasyonan de wek mesûldar wezîfe girt.

Îmad Muxniye heta 25 salan ji teref sîxurên CIA û Mossadê ve li 42 bajêran hat lêgerîn. Hinek çavkanî dibêjin ji ber vê yekê Muxniye çend caran neqla rû bûye. Muxniye di van 25 salan de şev û roj ji bo zafera li dijî  Îsraîlê xebitî. Heyamekî DYA destnîşan kir ku ew ê ji wan kesên ku cihê Muxniye bibêjin re 25 milyon dolar bidin.

Îmad Muxniyeyê ku  wek 'Fermandarê ku dawî li efsaneya mexlûbnebûna Îsraîlê aniye' dihat naskirin  piştî çendîn salên ku bi mucadele derbas bûn re di 12ê Sibata 2008an de li Şamê di êrîşeke bombeyî de hat şehîdkirin.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir