Di şewata keştîyê ya li Tengava Kerçê de 4 welatîyên Tirkîyê mirin
Hat ragihandin di şewata keştîyê ya ku berî vê du rojan li Tengava Kerçê pêk hat de 4 welatîyên Tirkîyê mirin.
Berî vê 2 rojan ku Tengava Kerçê 2 keştî di dema îqmala sotemenîyê de ji ber teqîna ku pêk hatibû şewitîbûn. Hat ragihandin di encama şewata ku pêk hat de 4 kesên ku welatîyên Tirkîyê bûn jiyana xwe ji dest dan û 4 welatî jî winda bûne û ji bo bên dîtin lêgerîn berdewam dikin.
Li gor daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve hatiye belavkirin di şewata ku derket de 4 welatîyên Tirkîyê jiyana xwe ji dest dan, 8 hatin rizgarkirin û 4 kes jî winda bûn ku ji bo kesên winda bên dîtin xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)