• DOLAR 32.345
  • EURO 35.136
  • ALTIN 2311.18
  • ...
Komara Mehabadê berî vê 73 salan hatibû damezirandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gelê Kurd her çiqas di dîrokê de li ser axên taybetî xwe jîya be jî di sed salên dawî de ev mafê dewletbûnê qet bi dest nexistine. Gelê Kurd li ser axa ku li ser dijîn zimanê wan yê dayikê hat qedexekirin, bi zimanê xwe perwerdehî nedîtin û destûra perwerdehîya bi zimanê wan jî nedan wan. Di rojême de Kurd li ser 4 perçeyê dinyayê dijîn û ji bo dewleta xwe damezrîne û bi azad bijîn her tim micadela wan berdewam kirîye. Di Çileya sala 1946an de welew demek kurt be jî Kurd gîhaştin vê armanca xwe û Komara Mehabadê ya Kurd damezrandin. 

Kurd weke li ser axên din li Kurdîstana Îranê jî dema mafên xwe dixwestin ji teref rejîma şah ve dihatin bêdengkirin. Ji bo dîrok û çanda Kurdan ji jîyana wan ya civakî derxe û ji holê rake temamê rêyên hatin tecrûbe kirin. Kesên micadele û berxwedan kirin an hatin darvekirin an jî dihatin sirgûnkirin. Li hember van polîtîkayên zilm û asimîlasyonê Kurdan gelek caran serî rakirin û li ber zilmê berxwedan kirin. Serhildanên Kurda heta Herba Cîhanê ya Duyemîn dewam kirin.    

Piştî herba Cîhanê ya Duyemîn Yekîtîya Komareyên Sosyalîst ên Sovyet (SSCB) xwe neda tu alî û bê deng man. Piştî Elmanya Nazî ket erdê SSCBê Yekîtîya Komareyên Sosyalîst ên Sovyet xwe ji hêla Elmanya da alî û ket nav sefê Emeîka, Îngîltere û Frensayê.

Piştî herba Cîhanê ya Duyemîn ji ber Îranê bi Elmanya re hevalbendî kir di 25ê Tebaxa 1941ê  Îngîlîz û Rûsa ji du alîyan ve ketin Îranê. Bi vî awayî hukmê Îranê ji devera Kurdistana Îranê rabû.

Di sala 1942an de xebatên hereketên Kurt yên sîyasî zêde bûn 

Ev rewşa bû sedema zêdebûna xebatên hereketên Kurd. Di serê sala 1942an de bi navê "Komala Jiwavewey Kûrdîstan" yanî Hereketa Vejînê hat damezrandin. Di bingeha armancên vê hereketê de di serîde li Îranê Kurdîstana serbixwe dû re çar perçeyên Kurdistanê bê rizgarkirin û Kurdistan mezin ya serbixwe bê ava kirin hebû. Dema em hatin sala 1944an gel bi temamî serbixwebûn xwestin. Hereketa Vejînê derdora 3 sala bi dizî xebat kirin. Di Nîsana 1945an de li Mehabadê bi komcivînekê dawî li xebatên xwe anîn.

Di sala 1945an de ji xelkê Devera Mehabadê yê navdar Qazî Mûhammed jî li ser dawetekê bû endamê Hereketa Vejînê. Qazî Mûhemmedê 50 salî endamê eşîra Debokrî bû. Malbata Qazî Mûhemmed malbateke bi dîndarî, mêrxasîyê û fedekarîyê dihatin naskirin bû. Qazî Mûhammed di gel ilmê Îslamî dizanîbû Erebî, Farisî, Tirkî, Îngilizî û Rûsî. Qazî Mûhammed menslûbê tirîqa Neqşebendî bû. Di warê civakî û aborî de xwedî feraset û riyaset bû. Piştî wefata bavê wî Qazî Mûhammed di sala 1930yî de li Devera Mehabadê bû Qazî (wezîrê şerî) yê deverê. Qazî Mûhammed bi ilm, zanabûn û feraseta xwe di demek kurt de bû serokê Hereketa Vejînê.

Di 22ê Çileya 1946an de li Qada Çarçiranê Cûmhûrîyet hat îlankirin

Piştî îlan kirina Komareyê Qazî Mûhammed Komala Jiwanewey Kurdistan fesh kir û li gor şertû mercên wê rojê Partîya Demokrata Kurdistanê ava kir. Di Kanûna 1945an de di komcivîna neteweyî ya partîya xwe de wan tiştana xwest: "Lazime gelê Kurdê Îranê bibe xwedîyê rêveberiya xwecihî û xwe bi bi rêve bibe. Lazim e Kurdistana Îranê di nava Îranê de xweser be. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û di rêveberî, hindekarî û perwerdehîyê de jî zimanê Kurdî bê bikaranîn. Pêwiste ji Qanûna Bingehî ya Îranê cûda Qanûnek Bingehî ya taybet ji Kurdistana Îranê re bê qebûlkirin û mafê herkesî bê xistin bin ewlehîyê. Lazime dewlemendîyên ser rûyê erdê û yên bin rûyê erdê yên Herêma Kurdistanê ji bo pêşveçûna gelê Kurdistanê bê bi kar anîn."  

Piştî şert û merc hatin cîh di 22ê Çileya 1946an de li Qada Çarçira Mahabadê bi komcivînek girseyî Komareya Kurd a Mahabadê hat îlan kirin. Di heman wextê de meclîsek neteweyî ya ji 13 wezîr û 30 parlamenterî pêk tê hat damezrandin û Qazî Mûhammed wek Serokomar hat hilbijartin. Paytextê Komareya Kurd ya Mehabadê wek Mahabadê hat hilbijartin û di nav sînorê Komareya Kurd ya Mahabadê de bajarê Ûşnû, Mîandoap, Serdest, Bane, Saqiz û Senendec hebû. 

Hikumeta nû di cîde dest bi xebatên xwe kir û zimanê Kurdî wek zimanê fermî îlan kir. Ji bo dibistanên seretayî pirtûkên Kurdî yên perwerdehîyê hatin çapkirin. Rojnameyên rojana hat derxistin, kovar hatin çapkirin û bace hat komkirin. Ji bo derd û pirsgirêkên gel bên çareser kirin "Konseyên Bilind" hatin avakirin. Ji bo perwerdehîyê xwendekar şandin welatên din. Ji bo malbatên feqîr û mixtac pirtûkên perwerdehîyê bêpere hatin belav kirin û li kesên mixtac alîkarîya însanî hat kirin.

Piştî herba Cîhanê ya Duyemîn bi dawî bû rejîma şah bi piştgirîya SSCB  xwest rêveberîya Kurdîstanê bi otorîteya merkezî girêde. Ji bo vê armanca xwe bi cîh bînin Emerîka, Îngîltere û Yekîtîya Komareyên Sosyalîst ên Sovyet (SSCB)ê ji bo berjewendîyên xwe li rêyan gerîyan. Piştî demekê ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku Rûsya leşkerê xwe ji axa Îranê bikşîne. Emerîka û Îngîltere piştgirî dan Îranê. Rêveberîya Îranê îfade kir ku heger SSCBê leşkerê xwe ji Îranê bikşîne wê ji nefta Îranê qismekî bidin wan jî." 

SSCB piştî demek kurt ji rêveberîya Azerîyan re peyam şand û xwest ku bê şert û merc teslîm bibin. Di 26ê Mijdara 1946an de rêveberîya Azerîya destnîşan kirin ku wan xwe bi Îranê re girêdaye. Rêveberîya Azerbeycana Serbixewe li hember Komareya Kurd a Mehabadê ji bo Îranê wezîfa parêzgehkê dît. Teslîmîyeta rêveberîya  Azerî ketina leşkerê Îranê ya Mehabadê rehet kir.

Di 17ê Kanûna 1946an de artêşa Îranê ket Mehabadê

Berya artêşa Îranê têkeve Mahabadê çiqas Qazî Mûhammed xwest bi rêveberîya Îranê re têkeve têkiliyan jî xebatên wî tev bê encam man. Di 5ê Kanûna 1946an de Qazî Mûhammed konseya herbê kom kir û biryara berxwedanê ji konseyê derket. Lê belê Tebrîz ket û li hember tehdîdên Emerîka û Îngîltere hinek eşîr tirsîyan û li hember Îran, Emerîka û Îngîltere şer nekirin û Komar bê parastin ma. Her çiqas malbata Merzanî û hinek eşîr û Artêşa Neteweyî berxwedan kirin jî ev berxwedana wan bê encam ma û bi çekên sivik dest bi herba gerîlla kirin. Lê belê di gel temamê hewldanan Komareya Kurd a Mehabadê ket.

Komara 11 mehî hinek şert ajotin pêş û ji mecbûrî teslîm bûn. Di 17ê Kanûna 1946an de artêşa Îranê ket Mehabadê û Mahabad ket. Serbixwebûna Komarê tenê 330 rojî dewam kir. Gelek kesên di rêveberîya Komarê de wezîfe girtibûn û yên piştgrî dabûnê tev hatin desteserkirin û hatin girtin.

Di 31ê Adara 1947a de Serokomarê Komareya Kurd ya Mehabadê Qazî Mûhammed, Serokwezîr Hecî Baba Şah, Wezîrê Parastinê Mûhammed Huseyîn Han Seyfî Qazî, birayê Qazî Mûhammed, Sadrî Mûhammed û lawê apê Qazî Mûhammed Seyfî Qazî li Qada Çarçirana Mahabadê hatin darvekirin.

"Ez hêvî dikim ku hûnê ji mirina me ji xwe re ders û îbretan derxin"

Piştî biryara darvekirina Qazî Mûhammed hat eşkere kirin Qazî pênûs û kaxiz xist destê xwe û wesîyetnameya xwe ya dawî nivîsand. Wesîyeta Qazî Mûhammed paşê ji nav arşîvên Dewleta Îranê derket. Wesîyete Qazî Mûhammed eve: "Bi navê Xwedê; Ji bona Xwedê, êdî dijmintiyê ji hevdû re nekin, pişta xwe bidin hevdû, li dijî zordest, zalim û neyaran birawestin. Mift û belaş xwe nefiroşin dijminan.Nesîhet û wezîyeta min ji we re ev e; zarokên xwe bidin xwendin, ji bilî perwerdeyê tu kêmasiya me ji milletên din tune ye. Ji bona ku hûn ji karwana xelkan di paş de nemînin bixwînin, xwendin sileha herî tesîrdar e li dijî dijminan e. Baweriya xwe bi Xweda, pêxember û li hemû tiştê ku ba Xwedaya bînin û bi wan îman bikin.Yekîtî û lihevkirina di nava xwe de muhafeze bikin û neqenciyê li hev nekin. Nexasim di qada mesûliyet û xizmetê de tamahkar nebin. Ji bona ku dijmin we nexapîne asta xwe ya perwerdehiyê bilind bikin. Ji bona vê dinyaya ku ji çend rojan pêk tê xwe nefiroşin dijminan. Lewra dijmin dijmin e, bawerî li dijminan nabe. Ji hêla siyasî, madî, manewî û namûsê ve îxanetî hev nekin. Lewra xaîn di hizûra Xweda û însanan de sûcdar e. Îxanet ew ê vegere û bê li kesê xaîn bixe.

 Ez zen nakim ku ji bilî dayîna can ji Xwedê re tu deynê min ji tu kesî re  hebe.Lê dîsa heger ez ji yekî re deyndar bim, min li pey xwe gelek mal û serwet hiştiye  bila herê ba warîsên min û doza deynê xwe li wan bike."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir