• DOLAR 32.39
  • EURO 35.081
  • ALTIN 2325.83
  • ...
Dudo ji wan nabîna 29 pîrek îcazeta xwe ya hafiztîyê standin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin 2 jê nabîna tevde 29 pîrekên ku li Navenda Kurdistanê ya li Hewlêrê ya ku girdayê Wezareta Karên Diyanetê ya Kurdistanê ye hafiztîyê dixwandin îcazeta xwe standin.

Serokê Beşa Hafiztîyê yê Wezareta Karên Diyanetê Omer Reşîd di merasîman dayîna îcazetê de axavtinek kir. Reşîd di axavtina xwe ya ku kir de Hewlêr jî di nav de ew li gelek navendan perwerdehîya hafiztîyê didin û ew ê di meha adar û îlonê de jî çend merasîmên din ên icazetê jî bên tertîpkirin.

Reşîd di berdewama axavtina xwe de diyar kir biçûk û mezin tevde 29 pîrek Qur'ana Kerîm ji ber kirine û dû e wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ji van hafîzeyên me yên ku îcazeta xwe girtin 2 kesê bi navê Fatma û Zeynep hene ku çavên wan nabîne. Emrê wan 20 û 21 yek in û xwendekarên herî jîr ên qursê ne. Ev yek jî ayeteke Xwedê ye. Xweda ger nimetkê ji yekê bistîne nîmeteke din didiyê. Ew ê di meha adar û îlonê de jî çend komên din îcazeta xwe bistînin."

Reşîd di dawîya axavtina xwe de diyar kir di sala 2011an de di pêşbirka hafiztîyê ya ku li Îranê bi beşdarbûna 61 welatan hat tertîpkirin de ew bûne 3yemîn û ew ê îsal beşdarî wan pêşbazîyên ku dê li Îran û Misirê bên tertîpkirin jî bibin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir