• DOLAR 32.589
  • EURO 34.858
  • ALTIN 2507.951
  • ...
Mislimanên Moroyê di hilbijartinan bi ser ketin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Mislimanên Moroyê yên ku li Fîlîpînan dijîn di encama micadeleya ku 73 salan berdewam kir de ketin hilbijartina xweserîyê û bi sedî 80î hilbijartinan qezenc kirin.

Mislimanên Moroyê  di bergeha peymana aştîyê ya ku di navbera Mislimanên berxwedêr û hikûmetê de hat kirin de ji bo Qanûnan Bingeh a Bangsamoro çûn referandûmê.

Li gor daneyên ku ne fermî ne Mislimanên Moroyê di encama hilbijartina ku hat kirin de ji bo xweserîyê ji sedî 80î dengê erê dan.

Tevde 2 milyon û 165 hezar hilbijêrên Misliman beşdarî hilbijartinan bûn. Di hilbijartinên ku hatin kirin de bûyerên adlî pêk nehatin.

Li gor vererastkirina nû ya ku hat kirin w ê hikûmeta xweser a Bangsamoro bê damezrandin û ew ê mehkemeyên ku lê hukmên şer'î bên tertîpkirin karibin bên vekirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir