• DOLAR 32.586
  • EURO 35.034
  • ALTIN 2421.655
  • ...
Erdogan bi Trump re hevdîtin kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li ser telefonê bi Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump re hevdîtin kir. Di hevdîtina ku hat kirin de rewşa dawî ya li Minbicê hat gotûbêjkirin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di hevdîtina ku hat kirin de qala wan leşkerên Amerîka yên ku heftîya çûyî li Minbicê mirin hat kirin û Erdogan ji Trump re wiha got "Em amade ne demildest li herêma Minbicê ewlehîyê dewr bistînin."

Her wisa hat diyarkirin di hevdîtina ku hat kirin de Erdogan diyar kiriye kir ku "Ew ê destûr nedin çalakîyên bêîstîqrarîyê ya PKKê û niçikên wê yên li Sûrîyê."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir