Diyanet: Kesê ku cixare bikşîne dê di organîzasyona hecê de neyê wezîfedarkirin
Serokatîya Karên Diyanetêbi talîmata ku şand ji midûrtîya 81 bajarandestnîşan kirkesê ku cixare dikşîne dê di organîzasyona hecê ya dîyanetê de neyê wezîfedarkirin.
Ji teref Elî Erbaşê Serokê Karên Diyanetê ve ji Midûrtîya Navenda Perwerdehîyê û Navenda Îhtîsasa Bilind a Dînî re derbarê kesên ku dê organîzasyona hecê de bên wezîfedarkirin de talîmatek hat şandin.
Di talîmata ku hat şandin de hat diyarkirin ew ê kesên ku cixare dikşînin di organîzasyonên hecê yên ku ji teref diyanetê ve bên tertîpkirin de neyên wezîfedarkirin.(ÎLKHA)