Serwîsa mamosteyan qeza kir: 6 birîndar
Li Rihayê serwîsa mamosteyan ji ber rêya ku berf lê barîya bû şimitî û qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 6 mamoste birîndar bûn.
Hat ragihandin li Rihayê serwîsa mamosteyan ji ber rêya ku berf lê barîya bû şimitî û qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 6 mamoste birîndar bûn.
Qeza li ser Rêbeja Sêwereg-Diyarbekirê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mînîbûsa bi palqeya 63 AAS 430 a ku ajokarê wê Nevmî G. bû ji ber berfa ku barîya qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de 6 mamosteyên bi navê Gurbet Karakayali, Hulya Erkoç, Melba Dobanli, Salîha Gurbuz, Mîthat Lale û Halîl Gunaşan birîndar bûn.
Mamosteyên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)