• DOLAR 32.576
  • EURO 34.79
  • ALTIN 2491.14
  • ...
Di doza mamosteya ku di êrîşa PKKê de jiyana xwe ji dest da qerar derket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin  li Hezoya navçeya Êlihê di doza mamosteya ku di êrîşa PKKê de jiyana xwe ji dest da qerar derket. Di dozê de ji 5 kesan re her yek 18 sal ceza hat dayîn.

Di êrîşa ku di sala 2017an de ji teref PKKyîyan ve li serokê şaredarîyê hatibû kirin mamosteya bi navê Aybuke Yalçin bûbû hedefa berikan û jiyana xwe ji dest dabû. Di bergeha lêpirsîna ku piştî bûyerê hat destpêkirin de 5 kesên bi navê M. Fîdan, M. Çelîk, N. Ekîncî, M. Ekîncî, L. Ekîncî hatin binçavkirin û li Mehkemeya Cezaya Giran a 3yemîn a Êlihê dest bi darizandina wan hat kirin.

Di encama darizandina ku hat kirin de ji 5 kesên ku hatibûn binçavkirin re ji her yekî re 18 sal ceza hat dayîn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir