• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Pîreka ku di emrê ciwan de zewicî: "Dewlet piştî 7 salan mala min xera kir!"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Şaxê Jinan a Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê ve paneleke bi navê "Mexdûrên Zewacên ku di Emrê Ciwan de Hatine Kirin û Qanûna bi Hejmara 6284" hat tertîpkirin. Pîrekên ku mexdûrên vê qanûnê ne beşdarî panelê bûn û mexdûrîyetên xwe ji ÎLKHAyê re vegotin.

 "Ji ber ku ez zewicîm 16 sal ceza ji zilamê min re hat dayîn"

Damla Şenturka ku bi Nûreddîn Şenturk re ev bû 6 sal zewicî ye derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku ew di emrê ciwan de zewicîne  16 sal ceza ji zilamê wê re hatiye dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Va bû 4 sal ku zilamê di girtîgehê de ye û ew ê 8 salên din di girtîgehê de bimîne. Em bi tena serê xwe di holê de man. 16 hezar zarok ji bavê xwe dûr ketine. 8 hezar pîrek bêparastin mane. Em di bin navê parastinê de hatin mexdûrkirin. Mala min xera kirin.  Em bi riza xwe zewicîn. Em zilamên xwe yên ku mehra me ya fermî hatiye birîn dixwazin."

 "Zilamê min, xwezûrê min xistin girtîgehê"

Yeşîm Kuçuka ku di emrê ciwan de zewicî ye derbarê mijarê de diyar kir piştî ku 7 sal ji ser zewaca wan derbas bû  re ceza ji zilamê wê û ji xwezûrê wê re hatiye dayîn û niha di girîtgehê  de tên girtin. Kuçuk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Zilamê min çawîşê pîspor bû.Piştî 7 salan zilamê min ê ku bavê 2 zarokan bû bi sûcê 'îstîsmara zayendî' avêtin girtîgehê. Dewleta min piştî 7 salan mala min xera kir! Xwezûrê min jî girtin. Zarokê min berî niha dema ku dengê derî dibihîst digot bavê min hat û baz dida derî; lê niha bavê xwe ji bîr kiriye. Ez hewl didim bi 500 tlyî debara xwe bikim. Wekî din ez hewl didim li zilamê xwe jî mêze bikim. Ez derewan ji zarokên xwe re dibêjim. Ez dibêjim ew ê bavê we bê. Êdî ez naxwazim derewam bikim. Ez naxwazim zarokên min ji hezkirina bavê xwe mahrûm bimînin. Êdî bila dengê me bê bihîstin."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir