• DOLAR 32.589
  • EURO 34.866
  • ALTIN 2505.05
  • ...
Derbarê qanûna ku malbatan hildiweşîne de panel hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatîya Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê ve derbarê qanûna bi hejmara 6284an a ku malbatan hildiweşîne de panelek hat tertîpkirin. Malbatên ku mexdûrên vê qanûnê ne jî beşdarî vê panelê bûn û mexdûrîyetên xwe anîn zimên.

Panela ku bi tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir bi axavtina Seroka Şaxên Jinan a Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê Munewer Aktaş berdewam kir. Aktaş di axavtina xwe ya ku kir de derbarê mexdûrîyeta malbatan de diyar kir qanûna ku di sala 2012an de hat derxistin gelek malbatan hilweşand û  bû sedem ku sermîyanê malbatan bên xistin girtîgehê. Aktaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew kesên ku bi destûra malbatên xwe û bi riza xwe zewicî ne bi sûca 'îstîsmara zayendî' hatine cezakirin û niha jî ew kesên ku di emrê xwe yê ciwan de zewicîne li girtîgehê bi wan kesên ku bi rastî sûcê 'îstîsmara zayendî' kirine re di heman cihî de tên girtin.

Di panela ku wek 2 niştinan hat tertîpkirin de Parêzer Yasemîn Kuçukkaya derbarê îhlalên heq û mafan de, Prof. Dr. Sefa Saygili derbarê zilma ku bi vê qanûnê li malbatan tê kirin de û Dr. Abdulkadîr Turan jî derbarê tiştên neyînî yên ku ev qanûn dibin sedema wan de axavtinek kirin û bal kişandin li ser mexdûrîyeta malbatên ku di emrê xwe yê ciwan de bi destûra malbatên xwe û bi riza xwe zewicîne û niha jî di girtîgehê de tên girtin û bi sûca 'îstîsmara zayendî' tên îthamkirin.

Pîrekên ku mexdûrên vê qanûnê ne û niha zilamên wan bi sûca 'îstîsmara zayendî' tên tewanbarkirin û di girtîgehê de tên girtin jî beşdarî panelê bûn û derbarê mexdûrîyeta xwe de wiha axivîn:

Gamze Nûr Eraydin: Tu kes dengê me nabihîze. Hinek pîrek ji ber vê mexdûrîyetê yan jiyana xwe ji dest didin an jî meylî întîharê dikin.

Damla Şenturk:  Ew dewleta ku nîqaha fermî daye min, min ji zilamê min muhafeze dike! Ev cezayên ku hatin dayîn gelek malbatan hilweşandin.

Nagîhan Der: Cezaya herî mezin bi van qanûnan ji malbatan re tê dayîn. Çima rêxistinên jinan vê mexdûrîyetê nabînin?(ÎLKHA)













































Bu haberler de ilginizi çekebilir