• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Otobusa rêwîyan qulibî: 11 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Yalovayê otobuseke rêwîyan qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 11 rêwî birîndar bûn.

Qeza li ser Rêbeja Yalova-Bûrsa pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 34 NK 0535 ku sefera Fethîye-Stenbolê dikir ji ber ku ajokar hakîmîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir.

Di encama qezaya ku pêk hat de 11 kes birîndar bûn. Piştî ku bi qezayê hat hesîn re gelek yekîneyên tenduristîyê hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir