• DOLAR 32.546
  • EURO 34.91
  • ALTIN 2433.41
  • ...
 "Ew bernameyên ku di nava rojê de tên weşandin rûmet û heysîyeta însên dixin bin pîyan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 "Ew bernameyên ku di nava rojê de tên weşandin rûmet û heysîyeta însên dixin bin pîyan"

Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê bernameyên ku di nava rojê de di televîzyonan de tên weşandin de hat diyarkirin ev bername zirarê didin sazîya malbatê û dû re wiha hat gotin: "  Ew tahrîbatên ku bi rêzefîlm û bernameyên televîzyonê di warê nirxên exlaq û bawerîya civakê de tên kirin ku ev tev amûrên emperyalîzma zihnî û çandî ne hêj berdewam dikin. Nexasim ew bernameyên ku di nava rojê de tên weşandin û exlebe hedefên wan pîrek in  bingeha exlaqî û manewî ya civakê hildiweşînin, heysîyet û rûmeta însên dixin bin pîyan."

 "Ew bernameyên ku di nava rojê de tên weşandin cihê bernameyên zewacê girtine"

Di berdewama  daxuyanîyê de li dijî van bernameyên ku zirareke mezin didin nirxa exlaqê ya civakê bang li hikûmetê hat kirin û dû re derbarê mijarê de wiha hat gotin: "  Berî niha bernameyên ku mahremîyeta malbatê pê dihat binpêkirin, pêwendîyên xeyrî exlaqî li ber çavan dihat raxistin, mijarên bêexlaq têde dihat şuxilandin û jê re bernameyên zewacê dihat gotin hebûn ku îro ev bername şûna xwe hiştine bernameyên ku di nava rojê de tên weşandin ku ev bername bi formatên cûda de berdewama bernameyên berîya xwe ne. Tê zanîn ku bi van bernameyan hewl tê dayîn pêwendîyên xeyrî exlaqî wek meşrû di nav civakê de bên nîşandan ku zirar û tahrîbata wan a li ser tenduristîya rûhî ya civakê gelek zêde mezin e; lê digel vê zanebûnê li dijî van bernameyên munzir tu tedbîr nayên standin da ku pêşîya wan bê girtin. Em wek HUDA PARê bang li hikûmetê dikin da ku li dijî van weşanên ku zirarê didin manewîyat û exlaqa civakê tedbîrên pêwîst bistîne

Mexdûrîyetên zewacên ku di emrê ciwan de tên kirin

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin bi hezaran bavên ku di  emrê ciwan de zewicîne û bûne xwedî zarok bi sûcê îstîsmara zayendî hatine girtin û niha jî di girtîgehê de tên girtin. Di berdewama daxuyanîyê de derbarê mijarê de wiha hat gotin: " Di civakê  de bi hezaran malbatên ku di raya giştî de bi navê 'zewacên ku zû hatine kirin' tên binavkirin hene; lê belê divê ev zewacên ku him li gorî nirx û bawerîya civakê ne û him jî li gor kevneşopa civakê ne  wek heqîqeteke civakê bên qebûlkirin.  Ec zewacên ku bi tesdîqa malbatê hatin kirin li rasta astengîya qanûnê hatine û bi hezaran bavên ku di  emrê ciwan de zewicîne û bûne xwedî zarok bi sûcê îstîsmara zayendî hatine girtin û niha jî di girtîgehê de tên girtin ku bi vê yekê  malbat hatine hilweşandin û zewacên meşrû bi destê dewletê hatine cezakirin."

 "Ev zewacên ku bi riza malbatan hatin kirin wek sazîyeke sûcê tên nirxandin ku ev yek fecaetek e"

Di berdewama daxuyanîyê de derbarê mijarê de hat diyarkirin divê ew kesên ku bi riza malbatên xwe zewicîne û ew kesên îstîsmarkar ji hev bên cûdakirin û dû re weha li daxuyanîyê hat zêdekirin: "Ev zewacên ku bi riza malbatan hatin kirin wek sazîyeke sûcê tên nirxandin ku ev yek fecaetek e. Di vî warî de pêdivî bi qanûnekê heye û divê ew kesên ku bi riza malbatên xwe zewicîne û ew kesên îstîsmarkar ji hev bên cûdakirin. Ew mexdûrîyetên ku qala wan tê kirin bûne hewadiseke civakî û bûye sedem ku nêzî 10 hezar zarok bêbav mezin bibin. Di vê bergehê de divê ew muesseya daxistina temena zewacê ya bi destûra hakim û rizaya dê û bavan cardin bê xistin mewzûatê."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir