Wesayîta ku ji kontrolê derket teqla avêt: Yek jê giran 3 birîndar
Li Êlihê wesayîta ku ji kontrolê derket qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de yek jê giran 3 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Êlihê wesayîta ku ji kontrolê derket qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de yek jê giran 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin qeza li Taxa Kardelena Êlihê pêk hat. Otomobîla bi plaqeya 34 LD 4903 a ku ji Kampusa Ramana Xerb ber bi navenda bajêr ve diçû ji ber ku ajokar kontrola dîreksîyonê ji dest da teqla avêt. Di encama qezayê de yek jê giran tevde 3 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin xestê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)