Karkerê ku di bin axê de ma jiyana xwe ji dest da
Karkerê ku li Nisêbîna Mêrdînê di bin axê de jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin li Nisêbîna Mêrdînê di dema xebata ku dihat kirin de karkerek di bin axê de ma. Karkerê ku di bin axê de me jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di dema xebata ku li Nisêbîna Mêrdînê de dihat kirin de karkerê bi navê Mahsum Cebeyê 22 salî di bin axê de ma.
Mahsûmê ku di bin axê de ma di encama xebata ku hat kirin de ji bin axê hat derxistin û bi lez hat rakirin nexweşxanê. Digel temamê midaxeleyan karker li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)