• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Trump: "Ger Kurd bên hedefgirtin em ê ji hêla aborîyê ve Tirkîyê hilweşînin!"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Donald Trumpê Serokê Dewleta Amerîkayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Trump di daxuyanîya ku belav kir de gef li Tirkîyê xwar û destnîşan kir "Ger Kurd bên hedefgirtin em ê ji hêla aborîyê ve Tirkîyê hilweşînin. Em ê herêmeke bi ewlehî ya ku ji 20 mîlan pêk tê amade bikin.  Bi heman awayî em naxwazin Kurd jî Tirkîyê provoke bikin."

Piştî daxuyanîya ku ji teref Trump ve hat dayîn re Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin ji ser medyaya civakî daxuyanîyek da û ji daxuyanîya Trump re wisa bertek nîşan da: " Terorîst nikarin bibin mutefîkê we. Kurdên Sûrîyê û PKKê wek hev hesibadin xetayeke pir mezin e. DEAŞ, PKK, PYD û YPG ev tev yek in, di navbera wan de tu ferq tune ye."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir