• DOLAR 32.331
  • EURO 35.052
  • ALTIN 2284.383
  • ...
Bavê mehkûmê Yûsifî: "Di sînga lawê min de cixare tefandibûn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê malbata mehkûmê Yûsifî Bîlal Soytaşê ku ev 23 sal in bi şikleke bêhiqûqî bi kumpas û komployan di girtîgehê de tê girtin ziyaret kir. Di ziyareta ku hat kirin de Musab Arasanê Berdevkê  Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê destnîşan kir ew bo destekê hatine ziyareta malbatê û diyar kir ew hêvîya edaletê ya malbatên mehkûmên Yûsifî nayê pêşîwazîkirin.

Ji ber ziyareta ku ji teref înîsîyatîfê li wan hat kirin Evdirrehman Soytaşê bavê mehkûmê Yûsifî Bîlal Soytaş kêfxweşî û memnûnîyeta xwe anî zimên.

"Bîlal rojekê ji min re got ku ew ê dev ji ticaretê berde û biçe camîyê"

Bav Evdirehman di axavtina xwe ya di dema ziyaretê kir de wisa qala wê pêvajoya bêhiqûqîya ku li wan hatiye kirin kir: "Erebeya min hebû, min debara xwe pê dikin. Lawê min Bîlal ji min re dibû alîkar, hetta carinan min erebê dida wî. Bîlal rojekê ji min re got ku ew ê dev ji ticaretê berde û biçe camîyê. Ji ber vê yekê min ew bir teslîmî melayê mizgeftê kir. Piştî ku 2 meh ji ser vê meselê derbas bû re ez çûm ba melê û min pirsa Bîlal ji melê kir. Mela ji min re got 'êdî ez ders nadim wî, ew ders dide min.' Dema ku ez ketim camîyê min dît ku zarok li dora Bîlalê min kom bûne û Bîlal ders dide wan."

"Çend kesan li derîyê me dan, dema ku me derî vekir çend kesên çekdar ketin hundir"

Xalê Evdirehman di berdewama axavtina xwe qala pêvajoya girtina lawê xwe kir û weha got: " Rojekê dema ku ez hatim malê, min çend kesên şikdar li taxê dîtin. Piştî ku ez çûm malê bîskek şûnde Bîlal jî hat malê. Dû re çend kesan li derîyê me dan, dema ku me derî vekir çend kesên çekdar ketin hundir û destê Bîlal kelepçe kirin û ew birin. Piştî çend seatan cardin hatin malê û min jî binçav kirin û ez birim ba Bîlal.  Şevekê em di binçavîyê de man û dema ku bû şeveq ez birim îfadê. Piştî îfadê komîser ji min re got ku 'ez ê te berdim û Bîlal jî sewqî Diyarbekirê bikim.' Ew roj wisa derbas bû."

 "Ji bo îşkence li Bîlal nekin min 40 hezar dolar da wan"

Xalê Evdirrehman axavtina xwe ya derbarê wan rojên bi zehmet de wisa domand: "Wê demê nasekî min hebû, ji min re got ku hevalekî wî heye ku ew hevalê midûrê ewlehîyê ye, ji bo lawê min zirarê nebîne got ku ez ê ji te re bibim alîkar. Heftîyek ji ser meselê derbas bû. Dema ku ez hatim Diyarbekirê ez çûm ziyareta lawê xwe û min jê pirs kir ka kesî îşkence li te kiriye yan na. Ew jî ji min re got ku tu kesî îşkence lê nekiriye. Dema ku min li hevalê xwe gerîya ji min re got ' ji min re gotine heke naxwaze îşkence li lawê wî bê kirin divê 40 hezar dolar bidîme.' Min jî 40 hezar dolar da wan. Lê belê lawê min ji bo leşkerîyê çûbû şubeya leşkerîyê û dema ku jê derketibû cardin ew girtibûn û gelek zêde îşkence lê kiribûn. Hêim pere ji me standin û him jî îşkence li lawê min kirin û ew avêtin girtîgehê."

 "Îşkence lê kirin û ew birin girtîgehê"

Xalê Evdirrehman di berdewama axavtina xwe de diyar kir cixare di bedena lawê wî de tefandine û gelek îşkence lê kirin. Dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Bîlal xistin girtîgehê. 3 roj mabû ku ez biçim hecê Bîlal ji girtîgehê derket. Bîlal ji ber ku leşkerî nekir çû şûbeya leşkerîyê.Dema ku jê derketibû cardin ew girtibûn û gelek zêde îşkence lê kiribûn. Hêim pere ji me standin û him jî îşkence li lawê min kirin û ew avêtin girtîgehê. Dû re jî ew sewqî Rihayê kirin. Sal û nîv li Rihayê ma û dû re bi talîmata wezaretê ew anîn Diyarbekirê. Bûka min xeber da min û got ku Bîlal anîne Diyarbekirê. Ev xeber ji teref girtîgehê ve bi rêya telefonê ji bûka min re hatibû gotin. Me li Bîlalê xwe gerîya, lê me kir nekir begihaştiyê. Piştî ku 10 roj ji ser vê meselê derbas dibe re cardin Bîlal dibin Rihayê. Midûrê girtîgehê got ku 'ew vî mehkûmî qebûl nake, bi talîmata kî hatibe derxistin ev yek mesûlîyeta wî ye.' Ji ber vê yekê dozgerê girtîgehê Bîlal şand nexweşxanê. Nexweşxane jî ew şand Edenê. Di sînga lawê min de cixare tefandibûn. Li Edenê raporta edlî hat amadekirin; lê ew raport hat windakirin."

 "Her tim sewqa lawê min derdixistin û ew mexdûr dikirin"

Xalê Evdirrehmen di berdwama axavtina xwe de qala wan neheqîyên ku di dema girtîbûna lawê wî de hatine kir û dû re weha got: " Lawê min Bîlal bi wî halê xwe yê nexweş salekê li Rihayê di girtîgehê de ma. Dû re bi dorê ew şandin Xarpêt, Diyarbekir, Bayburt û Diyarbekirê. Ez nexweş bûm û ji ber vê yekê ez nikaribûm biçim ziyareta wî. Qîza min diçû ziyareta wî. Va ev bû 5-6 sal ku li Diyarbekirê ye."

 "Em dixwazin dawî li vê mexdûrîyetê bê anîn"

Fîkrîye Soytaşê dêya mehkûmê Yûsifî Bîlal Soytaş jî derbarê zilma ku li wan hatiye kirin de diyar kir gelek zêde him li lawê wan û him jî li wan hatiye kirin û derbarê mijarê de wiha axivî: "Lawê birin kû derê em li pey wî de çûn. Me gelek zêde zehmetî û tehdayî dît. Em dixwazin çareyek ji vê meselê re bê dîtin û dawî li vê mexdûrîyetê bê anîn. Ew jî em jî gelek zêde zehmetî kişand. Em perîşan bûn. Em dixwazin ku ew bê berdan. Em extîyar in û em bi tena serê xwe dimînin. Qîza min ji me re dibe alîkar."(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir