• DOLAR 32.528
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2422.931
  • ...
Ceseda parçekirî ji teref zarokan ve hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Kayapinara navçeya Diyarbekirê perçeyên ceseda şexsekî ku hêj nayê zanîn ji teref kî ve hatiye kuştin hat danîn ber devê derîyê daîreyekê. Perçeyên cesedê ji teref zarokan ve hat dîtin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Gazîlera Kayapinara Diyarbekirê ceseda perçekirî ya şexsekî di anv kolîyan de hat danîn li ber devê daîreya ku li qeta 4emîn e. Zarokên ku dîtin xwîn jxi kolîyê tê xeber dan malbatên xwe.

Ji ber îxbara niştecihê avahîyê polês hatin cihê bûyerê. Di encama lêkolînên ku hatin kirin de hat tespîtkirin ceseda parçekirî ya R.Uyê 52 salî ye.

Tê lêkolînkirin ka R.U. ji teref kî ve hatiye kuştin. Ekîbên polêsan ji cihê bûyerê şopa tilîyan û qeydên kamereyan girtin û lêkolînê berfirehtir kirin.

Ceseda R.U. ji bo otopsîyê hat birin mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir