YSK: Kesên ku li navnîşana ku beyan kirine narûnin dê nikaribin dengê xwe bidin
Lijneya Bilind a Hilbijartinê destnîşan kir kesên ku li navnîşana ku beyan kirine narûnin dê nikaribin dengê xwe bidin.
Ji teref Lijneya Bilind a Hilbijartinan ve derbarê hilbijartinên mehelî de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin kesên ku li navnîşana ku beyan kirine narûnin dê qeydên wan bên betalkirin û dê nikaribin di hilbijartinên 31ê Adarê de dengê xwe bidin.(ÎLKHA)